Li Îtaliyayê 651 kesên din ji ber Koronayê mirin
Hikûmeta Îtaliya ragihand, ji duhî de li wî welatî herî kêm 651 kes ji ber nexweşiya Koronayê mirine û hejmara miriyên Koronayê gihîştiye 5 hezar û 476 kesan.
Li gorî amarên hikûmeta Îtaliyayê, li wî welatî hejmara berkeftiyan jî gihîştiye 59 hezar û 138 kesan û 7 hezar û 24 nexweş jî baş bûne.
Basnews
