Artêşa Tirkiyê dîsa av bi ser bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê de girt!
Berpirsa ava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, Sozdar Ehmed ragihand ku, duh artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûrî ku Tirkiye piştgiriya wan dike, av li ser bajarê Hesekê qut kirin.
Sozdar Ehmed diyar kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar navenda ava Hesekê ya bi navê Elok ji kar xistin û karmendên wê derxistin.
Bi gotina wê berpirsa Rojavayê Kurdistanê, ev du roj in av li ser welatiyên bajarê Hesekê û gundên wî bajarî de qut bûye.
Roja 24 Sibata îsal jî artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ava Hesekê girtibûn lê piştî zêdetirî heftiyekê bi garantoriya Rûsyayê, av dîsa hatibû berdan.
Navenda ava Hesekê, ku ava bajarê Hesekê û hejmarek bajarok û gundên derdorê dabîn dike, dikeve sînorê bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, ku niha di kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wî welatî de ye.
Bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî li gel bi dehan gundên derdorê di êrîşa Cotmeha sala 2019 de ketine destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar.
K24
