Li Kelarê komek xortên xêrxwaz ji malbatên belengaz re xorakê dabîn dikin
Ev çend roj in li seranserî Başûrê Kurdistanê, li hember belavbûna nexweşiya Koronayê tedbîrên tund hatine girtin, dukan û bazar hatine girtin, qedexeya derketina derve û hatin-çûnê hatiye ragihadin. Ji ber wê jî gelek kesên belengaz bê kar û dahat mane.
Li bajarê Kelarê, komek xortên xêrxwaz û xwebexş bi alîkariya hinek kesên xêrxwaz û dewlemend dest bi dabînkirina xorak û pêdiviyên rojane bo malbatên belengaz kirine.
Yek ji wan xortan bi mavê Aram mela Nûrî ji BasNewsê re got, ev çend roj in me kempênek bi navê “Berkeftiyên Spî” li Kelarê ragihandiye. Em xorak û pêdiviyên rojane bo malbatên belengaz dabîn dikin.
Aram mela Nûrî her wiha got, me di qonaxa yekem de karî xoraka 10-15 rojan bo 200 malbatan dabîn bikin û bigehînin destê wan. Di qonaxa duyem de me karî xoraka 161 malbatan dabîn bikin û dê di qonaxa sêyem de jî xorak û pêdiviyên rojane yên 200 malbatan dabîn bikin û bigehînin destê wan.
Basnews
