• Tuesday, 10 February 2026
logo

DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsa Federalî kir

Gulan Media March 23, 2020 Nûçe
DAIŞê li Kerkûkê êrîşî ser Polîsa Federalî kir
Li Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser xalên Polîsa Federalî ya Iraqê kirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, îro berbangê çekdarên DAIŞê li nêzîkî kêlgehên petrolê yên li başûrê Kerkûkê êrîşî ser Polîsên Federalî kirin û şer û pevçûn di navbera wan de derketin. Lê heta niha encamên wî şer nehatine zanîn.

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên DAIŞê baregeheke Polîsa Federelî li nêzîkî kêlgehe petrolê Xebaz bombebaran kir û di encamê de polîsek birîndar bûye.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, rewşa Kerkûkê ne cîgir e û hêzên Iraqî nekarîn sînorekê ji kiryarên DAIŞê re deynin û ewlehî û aramiya parêzgeha Kerkûkê biparêzin.

K24
Top