Li Efrînê Newroz hat pîrozkirin
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, xelkê gundê Basûtê yê ser bi Efrînê ve derketin li nava sirûtê, bi ala Kurdî û mûzîk û stranên Kurdî Newroz pîroz kirin û siloganên “Bijî Newroz, Bijî Kurdistan” hatin gotin.
Efrîn ku ev du sal in ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, hewleke mezin ji bo guhartina demografiya wê û nehîştina nasnameya wê ya Kurdî heye, lê Efrînî dibêjin ew dest ji xaka xwe bernadin.
K24
