Rêkarên qedexeya çûnûhatinê li Hewlêrê tundtir dibin
Endamê Odeya Operasyonên Hewlêrê Lîwa Behcet Sêlkî ji K24ê re ragihand, bi hevkariya hemû aliyan wan kariye heta asteke baş, xelkê Hewlêrê ji vîrusa Korona biparêzin. Ew biryarên ji aliyê Hikûmetê ve derdikevin jî, ji bo selametiya welatiyan e, ji ber wê jî divê ew pabend bin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Odeya Operasyonên Hewlêrê Hêmin Qadir ji K24ê re diyar kir, nêzîkî 20 rojan e rêkarên xweparstina ji vîrusa Korona li Hewlêrê destpê kirine, wek girtina dibistan, mizgeft, kafîtêrya û civînên giştî, ku encamên wê yên baş hebûn ji bo rûbirûbûna vê vîrusa Koronayê.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, ji rojan 14ê Adarê ve qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, destpêkê bo 48 demjimêran, piştre bo 72 demjimêrên din û piştre bo 5 rojên din ragihandibû, ku roja Şemiyê ve destpê kiribû û îro demjimêr 12:00 nîvê şevê bidawî dibû.
Li gor amarên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, hejmara giştî ya kesên bi vîrusa Korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîşt 54 kesan, di nava wan de (1) haleta mirinê heye, (13) baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
K24
