• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Îspanyayê 24 demjimêran de 209 kes ji ber koronayê mirin

Gulan Media March 22, 2020 Nûçe
Li Îspanyayê 24 demjimêran de 209 kes ji ber koronayê mirin
Li Îspanyayê ji ber vîrusa korona (COVID – 19) 209 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi giştî jî heta naha 767 kes ji ber wê vîrusê mirine. Herwaha hejmara kesên berkeftiyên vîrusa koronayê jî li wî welatî 3 hezar 431 kes zêde bûn û bi giştî 17 hezar 147 kes berkeftiyên vîrusa koronayê ne.

Derbarê mijarê de wezareta tenduristiya Îspanyayê ragehand, hejmara kesên ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dane 767 kesan û hejmara kesên berkeftî jî 17 hezar û 1477 kes e.

Basnews
Top