Rêvebirê Asayişa Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl hat sizadan
Deqa Rêveberiya Giştî ya Asayişê:
Piştî lêkolîna me ya destpêkê, diyar bû ku Efserê me Rêvebirê Asayişa Deriyê Sînorî Îbrahîm Xelîl Emîd Ebdulwehab Mihemed Îsa ku bi moleta fermî serdana Almanya kiribû û roja 14. 03. 2020 di dema vegerê li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pabendî rêkarên Komîta Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên rûbirûbûna vîrusa Korona nebû û ji cihê kerentîneyê derket. Ji ber wê, wek pêngaveke destpêkî ji bo sizadanê, me biryar da bi dûrxistina navbûrî ji posta Rêvebirê Asayişa Deriyê Îbrahîm Xelîl.
Welatiyên xweşewîst dilniya dikin ku kesek ji yasa bilindtir nine û serpêkar sizaya yasayî werdigire.
K24
