YNK ditirse Berhem Salih di erkdar kirina Ednan Zurfî de jî şikest bîne
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, di erkdar kirina Mihemed Tofîq Elawî bo pêkanîna hikûmetê de nekarî kesekî destnîşan bike ku baweriyê ji parlamentoya Iraqê bidest bixe. Li gor zanyariyên BasNewsê naha YNK, ditirse ku Berhem Salih careke din di erkdar kirina Ednan El Zurfî de jî şikest bîne.
Cîgirê berpirsê malbenda Duhokê yê YNKê Qadir Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di dema xwe de agahdarî bo biraderên serokkomar hatiye kirin ku babeta namzed kirina Mihemed Tofîq Elawî yê ku beramber kurdan xirabe, gelo çawa serokkomar dikare piştevaniyê lê bike?’’
Herwaha neveşart ku ‘’Eger babeta Mihemed Tofîq Elawî pêkhat, di Ednan El Zurfî de jî dubare bibe bo YNKê nexwaşe û gelek xirabe.’’
Endamê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê Rizgar Mihemed ji BasNewsê re ragehandibû, Berhem Salih jiber nav YNKê de nekarî peywira serok an jî sekreterê partiyê bidest bixe, ‘’Dest daye aliyên şîe û têkelî wan bûye.’’
Basnews
