Profesor Daniel Kurtzer ji Gulan re: Ez bawer nakim siyaseta Donald Trump aştî û seqamgîriyê bîne Rojhilata Navîn
Profesor Daniel Kurtzer ji Gulan re: Ez bawer nakim siyaseta Donald Trump aştî û seqamgîriyê bîne Rojhilata Navîn
Daniel Kurtzer, profesorê lêkolînên siyaseta Rojhilata Navîn e li Fakulteya Karûbarên Giştî û Navneteweyî ya Zanîngeha Princetonê. Di heyama 29 salên xizmeta xwe de li Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê û herwiha Balyoz li Misrê û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Karûbarên Rojhilata Nêzîk bû. Ew endamê tîma aştiyê ya Rojhilata Navîn bû di serdema ku James Baker Wezîrê Karên Derve yê DYA bû. Kurtzer, roleke girîng di dariştin û bicihanîna siyaseta Amerîkayê de lîstiye, bi taybetî di warê hevkariya ji bo lidarxistina Konferansa Aştiyê ya Madrîdê de. Herwiha, ew nûnerê Amerîkayê bû ji bo gotûbêjên dualî yên di navbera Îsraîl û Filistînê û Îsraîl û Sûriyê de.
Ji bo nirxandina geşedan û pêşhatên dawî yên herêma Rojhilata Navîn, bi taybetî derbarê encam û rewşa vê herêmê piştî serdana Serokê DYA ji bo çend welatên Kendavê û encamdana çendîn peymanên mezin li gel van welatan, herwiha ji bo gengeşekirina ku niha pêşhat ber bi kîjan alî û arasteyê ve diçin û gelo danûstandin û werçerxanên mezin paşeroja vê herêmê ber bi ku ve dibin, me ev hevpeyvîn li gel Profesor Daniel Kurtzer pêk anî û wî bi vî rengî bersiva pirsên kovara (Gulan)ê da.
*** Wekî ku eşkere ye, di van demên dawî de herêma Rojhilata Navîn guhertinên mezin û pêşhatên girîng bi xwe re dîtin; ji şerên Îsraîlê yên li dijî Tevgera Hemas û Hizbullahê, û hilweşîna rejîma Esed, bi awayekî ku bangeşeya wê yekê tê kirin ku nexşeya herêmê guhertinên kûr bi ser de hatine. Serdana dawî ya Serokê DYA û encamdana çend rêkeftinên mezin li gel welatên Kendavê û rakirina cezayên li ser Sûriyê, herêm bir qonaxeke din. Hûn van pêşhatan çawa dinirxînin?**
Ez dixwazim bi serdana Donald Trump, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest pê bikim. Li vir eger em wê yekê li ber çavan bigirin ku Trump di serdana xwe ya ji bo çend welatên Kendavê de xwedî rêbazeke karsazane û danûstandinî bû, hingê mirov dikare ji vî alî ve bibêje ku serdana wî bi radeyeke mezin û berçav serkeftî bû. Ji ber ku di çarçoveya wê serdanê û civînan de me dît ku welatên Kendavê soz dan Trump ku bi nirxeke mezin di nav DYA'yê de veberhênanê bikin, herwiha di vî warî de xwe pabend kirin ku gelek çekan ji Amerîkayê bikirin. Di heman demê de, tişta ku divê were gotin ew e ku, karsaziya taybet a Serok Donald Trump bi xwe jî sûd wergirt, ew jî bi rêya pêkanîna girêbestên têkildarî xanî û milk (real estate) û (Cryptocurrency) ve. Li gel van hemûyan jî, ji aliyê siyasî ve, ne diyar e ka di vê gera xwe de heta çi radeyê armancên wî yên siyasî pêk hatin.
*** Di bersiva xwe de we da zanîn ku ev serdan ji aliyê warên veberhênan, aborî û pêkanîna girêbestên bazirganî ve heta radeyeke berçav serkeftî bû. Li vir ev pirs derdikeve holê, gelo ev rêbaza ku Serokê DYA girtiye ber xwe, bi taybetî rêbaza karsazane, şêwaz û rêçareke nû ye û gelo li gorî nêrîna we dê bibe sedema pêkanîna geşbûn û aştiyeke demdirêj li herêma Rojhilata Navîn?**
Di rastiyê de ez wisa difikirim ku ew rêbaz û şêwaza ku Serokê DYA, Donald Trump, girtiye ber xwe û dimeşîne, dibe sedema dewlemendkirina wî û malbata wî, û di heman demê de îhtîmal heye ku bibe sedema bidestxistina sûd û berjewendiyên bazirganî ji bo karsaziyan di nav Amerîkayê de. Lê belê, eger ez bixwazim bersiva pirsa we bidim derbarê bandor û encamên girtina vî şêwazî, hingê ez bawer nakim ku ew armancên ku bi saya vî şêwazê Donald Trump pêk tên, bibin sedema anîna aştî, geşbûn û vejînê li herêma Rojhilata Navîn.
*** Gelek baş, eger em li tevahiya rewşa herêmê binêrin, gelo hûn wisa difikirin ku di encama wan pêşhat û geşedanên ku li herêma Rojhilata Navîn qewimîne, bi taybetî di dema borî de, bûne sedem ku ev herêm bikeve qonaxeke nû? Eger wisa be, gelo taybetmendiyên bingehîn ên vê Rojhilata Navîn a nû çi ne?**
Tişta ku di vî warî de cihê balê û rawestanê ye ev e ku hin eger hene ku hêjayî nirxandinê ne, wekî pabendbûna hikûmeta Libnanê bi bêçekkirina Hizbullahê, herwiha derketina holê û desthilatdarbûna rejîmeke nû li Sûriyê, di heman demê de îhtîmala ku DYA û Îran bigihîjin rêkeftinekê – bi rêya wê proseya diyalogê ya ku wan dest pê kiriye – derbarê bernameya etomî ya Îranê de. Herwiha divê em di vî warî de ji bîr nekin ku şerê Xezeyê – di navbera dewleta Îsraîlê û Tevgera Hemasê de – û êrîşên Hûsiyan ên li ser Îsraîlê, encam û bandorên xwe li ser rewşê hene.
*** Niha gelek tê gotin ku welatên Kendavê, bi taybetî Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter, dixwazin û hewl didin ku roleke bi bandortir û berbiçavtir di pêşhat û geşedanên herêmê de bilîzin – bi taybetî ku Serok Donald Trump tenê serdana van sê welatan jî kir – li vir pirs ev e, gelo van welatan arasteya siyaseta xwe û xebata xwe guhertine û dikarin zêdetir bibandor bin li ser siyaseta Rojhilata Navîn û dikarin baştir rengê bûyerên vê herêmê diyar bikin?**
Di rastiyê de nêrîna min di vî warî de ew e ku, nayê gotin ku tu yek ji wan welatên ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump, serdana wan kir, niha li gorî beriya serdanê xwedî desthelatî û bandoreke zêdetir in. Ango, çûna Donald Trump ji bo wan welatan, encameke wisa nebûye li ser zêdekirina desthelatiya wan da ku bikaribin zêdetir bandorê li ser geşedanan bikin. Lê belê, her yek ji van welatan ev serdan ji bo pêşxistina berjewendiyên xwe yên taybet bi kar anî.
*** Xala ku di siyasetên rêveberiya DYA di bin desthilata Serok Donald Trump de cihê balê ye, ev e ku tevî peywendiya taybet a di navbera Serok Trump û Serokwezîrê Îsraîlê (Benjamin Netanyahu) de, Serokê Amerîkayê tenê bêyî ku rewşa Îsraîlê li ber çavan bigire, agirbest bi Hûsiyên Yemenê re pêk anî, û di serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de serdana Îsraîlê nekir. Nêrîn û raya we di vî warî de çi ye?**
Di rastiyê de û tevî hemû tiştên ku hatin gotin, divê em wê yekê jî li ber çavan bigirin ku Serokê DYA Donald Trump bi xwe û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, tekezî li ser wê yekê kirine ku peywendiyên wan ên taybet û şexsî xurt û zexm in, her çend divê ez bibêjim ku ez di vî warî de pir ne piştrast im. Ji ber ku eger em vê mijarê hûrtir bikin, em dibînin ku nêrînên wan ên cuda hene û helwestên wan li hember hin mijar û pirsgirêkan ne wek hev in. Mînak, her du jî derbarê pirsa şerê Xezeyê û pirsa bernameya etomî ya Îranê de nakok in, ku em dizanin ev her du pirsgirêkên gelek girîng in.
Gulan
