Profesor Anthony Celso ji Gulanê re: Dibe ku guhertinên Rojhilata Navîn bibin sedema guhertina daxwaza Trump a derbarê vekişîna leşkerî de
Profesor Anthony Celso ji Gulanê re: Dibe ku guhertinên Rojhilata Navîn bibin sedema guhertina daxwaza Trump a derbarê vekişîna leşkerî de
Anthony Celso, profesorê lêkolînên ewlehiyê ye li Zanîngeha Eyaleta Angelo, pisporê warê terorîzm û siyaseta Rojhilata Navîn e. Di çarçoveya hevpeyvînekê de, Gulanê çend pirsên girêdayî rewşa niha ya Sûriyeyê, îhtimala ji nû ve serhildana komên terorîst û tundrew û çend pêşhat û geşedanên din ên pêwendîdar, ligel wî gotûbêj kirin.
Pirs: Wekî ku diyar e, hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê, guhertin û hejandineke mezin bû li vê navçeyê. Desthilateke dîktatorî li wî welatî bi dawî hat û xelkê welat karî azadiyekê bi dest bixin. Lê belê ev hemû ne di wateya wê yekê de bû ku êdî metirsî li vî welatî nemaye. Li gorî nêrîna we, astengiyên herî girîng û dijwar ên ku vî welatî rûbirûyê wan bûye, kîjan in?
Bersiv: Ji dema ku di Kanûna 2024'an de dest danî ser desthilatê, Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) di hewldanê de ye ku desthilatê navendî bike. Ev yek jî bi rêya avakirina dewleteke de facto ya yekgirtî ku Sunnî tê de serdest bin, dike. Di heman demê de, kar kiriye ku bi awayekî rûkalî hinek kêmjimaran tevlî bike û bi nûnerên wan re diyalogê pêk bîne. Ji ber vê yekê, eger em niha bersiva pirsa we bidin, ez bawer dikim ku komek astengî hene ku bûne çavkaniya gefê li ser îstiqrara welêt. Ya yekem, girêdayî pêwendiyên aloz ên di navbera kêmjimarên etnîkî û tayifî de ye, ku ev kêmjimar Elewî, Durzî, Mesîhî û Kurd in. Ango, israra HTŞ'ê li ser dewlet û artêşeke yekgirtî, di encamê de dibe sedema tevlîkirina çekdarên Kurd, Elewî, Mesîhî û Durzî. Lê belê, tişta ku heta niha hatiye dîtin ew e ku van koman li ber vê yekê berxwe daye û bi temamî ev yek qebûl nekirine, û di vê helwestê de hincetên wan ên rewa hene. Me dît ku komek bûyerên kuştinê li dijî civaka Elewî li deverên peravê yên Laziqiyê qewimîn, her wiha şerê di navbera milîsên Ereb - ku Tirkiye piştgiriya wan dike - û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de (ku Kurd in) li deverên ku Kurd lê serwer in, û li gel vê yekê pevçûnên carcaran di navbera HTŞ û komên hevalbendên wê de bi Durziyan re. Ya duyem, bi wan komên cîhadî yên Sunnî (hem komên navxweyî û hem jî yên biyanî) ve girêdayî ye ku bi HTŞ'ê re hevalbend in. Mebesta min ew e ku van koman dîtin û nêrînên cuda li ser wê rê û rêbaza ku divê Sûriye bişopîne hene. Di vî warî de, HTŞ di kontrolkirina komên xwe yên hevalbend de rastî zehmetiyan hatiye û ew bûyerên kuştinê yên berbiçav ên ku li herêma Laziqiyê û deverên Durzî-nişîn rû dan, nîşan didin ku rejîma El-Şera kontrola xwe li ser hêzên xwe winda kiriye. Astengiya sêyem ew e ku kêmjimara Elewî, Hîzbûllaha Libnanî û dewleta Îranê hewl didin ku rejîma HTŞ'ê têk bibin û bi awayekî çalak piştgiriyê didin serhildanên tayifî yên Elewî û Şîeyan. Ya çarem, berxwedan û dijberiya DAIŞ'ê ye li hember rejîma "murted" û "kafir" a Şamê (helbet li gorî nêrîna DAIŞ'ê), û ji bo hilweşandina rejîm û desthilata El-Şera hewl dide. Her wiha, pirsgirêk û nakokiyên berê yên di navbera Ehmed el-Şera - dema ku serokê vê rêxistinê bû - û Cebhet El-Nusra de, bi berdewamî rewşekê diafirînin ku DAIŞ jê sûd werdigire. Ev çar astengiyên ku me behs kirin, bi awayekî wisa ne ku welêt ber bi aliyên cuda ve dibin û di dawiyê de dibin sedema lawazkirin û têkbirina şiyana rejîmê ji bo pêkanîna îstiqrar û aramiyê li welêt.
Pirs: Gelek baş e, eger ev rewşa welêt be û ev pirsgirêk û astengiyên ku rejîma Ehmed el-Şera rûbirûyê wan bûye bin, hûn rewşa niha û şert û mercên heyî yên vî welatî çawa wesif dikin? Mebesta me ew e, gelo niha Sûriye dewleteke têkçûyî ye, an di rewşa têkçûnê de ye, an di rewşeke gelek lerzok û nearam de ye, yan jî hîn pir zû ye ku em di vî warî de hikum bidin?
Bersiv: Li gorî nêrîna min, dikare bê gotin ku dewleta Sûriyeyê di rewşeke lerzok de ye, ku ji aliyê hundir ve rûbirûyê dabeşbûnê bûye û ji aliyê derve ve jî rastî zextên derve hatiye. Bi berçavgirtina van dabeşbûn û zextên ku welêt ber bi aliyên cuda ve dikişînin, îhtimal heye ku ev welat dîsa rûbirûyê hilweşînê bibe. Eger em behsa bandor û rola dewletên derve bikin, em dikarin bibêjin ku hem Tirkiye û hem jî Qeter alîkariya rejîma El-Şera dikin da ku karibe welêt ber bi rewşeke aram ve bibe. Her wiha, Îsraîl jî ji ber kokên wê yên îdeolojîk ên cîhadî yên Sunnî, derbarê rejîma niha ya Sûriyeyê de nîgeran e û di vî warî de hewl dide ku berxwedana hin kêmjimaran teşwîq bike. Binêrin, dema ku alîgirên El-Şera ketin nav Mizgefta Emewî ya Şamê, dirûşmên wan ew bûn ku armanca wan a din Mizgefta El-Eqsa ya li Orşelîma Rojhilat e. Ji ber vê yekê û ji vî alî ve, ez senaryoyekê nabînim ku tê de pêwendiyên di navbera Orşelîm û Şamê de normal bibin.
Pirs: Wekî ku di bersivên we de diyar dibe, nêrîneke we ya neyînî, an em bêjin reşbîn heye derbarê vê rejîma niha ya Sûriyeyê de. Lê belê divê em ji bîr nekin ku vê rejîma Sûriyeyê çend pêngav avêtine ku wekî îtîrafkirina mafên pêkhateyên welêt tên nîşandan. Mînak, me dît ku daxuyaniyeke destûrî hate weşandin, civîn bi partiyên Kurdî re hatin lidarxistin. Hûn kêrhatî û ciddiyeta van pêngavan çawa dinirxînin? Gelo ev dibin sedema avakirina baweriyê û bihêzkirina pêwendiyên civakî?
Bersiv: Na, ez bawer dikim ku pêngavên Ehmed el-Şera (bi handana Tirkiye û Qeterê) rûkalî û ji bo xapandinê ne, û heta diyalog û gotara girêdayî tevlîheviyê bi kar tîne da ku Rojava bixapîne, da ku piştgiriya rejîma wî bikin û cezayên li ser Sûriyeyê bi dawî bînin. Mixabin, di vî warî de jî bi ser ketiye. Eger ez eşkere bim, ez bawer nakim ku rejîm di vî warî de ciddî be. Wekî din, divê em bêjin ku tevî ku HTŞ xwe ji El-Qaîde û DAIŞ'ê cuda kiriye, lê ew hîn jî komeke Îslamî ya Sunnî ye û pabendî bingeh û prensîbên Îxwan el-Muslimîn e, ku ev yek di dawiyê de dibe sedema paqijkirina kêmjimarên din ên ku ew wek "murted" dibîne, li gel komên opozîsyonê yên Mesîhî û laîk. Ji vî alî ve, îdeolojiya laîk a Kurdan li wî welatî û rêveberiya xwerêveber a nenavendî û pratîkên wan ên ne-kevneşopî, bi rejîmê re li hev nakin, û ev yek bûye sedem ku îhtimala lihevhatinê bi wan re nemîne. Di derbarê Kurdan de, nîgeraniya min a taybet bi çarenivîsa Kurdên Sûriyeyê ve girêdayî ye, li gel zêdebûna serdestiya Tirkiyeyê li seranserê herêmê. Her wiha, ez dixwazim bibêjim ku paşveçûn û lawazbûna komên wekîl ên Îranê, nûçeyeke xweş e ji bo Kurdên Iraqê. Çi dibe bila bibe, ez bawer dikim ku bi berçavgirtina geşedanên li Sûriyeyê - ku eşkere ye ev welat kilîla herêmê ye - dibe ku em pêleke nû ya cîhadiyeta Sunnî bibînin, û eger ev yek rû bide, wê demê kêmjimarên herêmê dê rastî zexteke mezin bên.
Pirs: Li gorî nêrîna we, çarçoveya herî baş a ku dikare ji bo pêkanîna lihevhatinê û başkirina birînên civakî yên kûr ên ku Sûriye ji wan dinale were danîn, çi ye?
Bersiv: Ez bawer dikim ku çarçoveya herî baş di vî warî de, avakirina avahiyeke federal e ku bi riya wê parastineke destûrî ji bo kêmjimarên olî û etnîkî were misogerkirin, û her wiha divê stûnên rêveberiyeke parlemanî jî werin danîn û pêk anîn.
Pirs: We behsa rol û bandora hin welatên derve li ser rewşa nû ya Sûriyeyê kir. Gelo hûn ti hêviyekê dibînin ku hêzeke derve û bi bandor, wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bikaribe desthilata xwe bi awayekî erênî bi kar bîne - ku vê dawiyê cezayên li ser wî welatî rakirin - bi awayekî ku rewşê ber bi aramî û îstiqrarê ve bibe?
Bersiv: Di rastiyê de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikare hebûna hêzên xwe li Sûriyeyê biparêze û piştgiriya xwe ji bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bidomîne û rê li ber ji nû ve serhildan û derketina DAIŞ'ê bigire. Îsraîl jî dikare piştgiriya xwe ji bo pêkhateya Durzî bidomîne û sivikkirina cezayan dikare bi pêngavên ber bi rêveberiyeke demokratîk ve were girêdan. Lê belê, tişta ku niha tê dîtin ew e ku rêveberiya Amerîkayê ya bi serokatiya Donald Trump ber bi aliyekî berevajî ve kar dike, lê dibe ku pêşhat û geşedan bibin sedem ku ew daxwaza xwe ya derbarê vekişîna leşkerî ji Sûriyeyê biguherîne.
Pirs: We gelek behsa îhtimala ji nû ve serhildana DAIŞ'ê û komên terorîst kir. Li vir pirs ew e ku divê çi tedbîr werin girtin û çi pêngav werin avêtin da ku komên terorîst ên berê cihê xwe qayim nekin, ango divê çi bê kirin da ku şert û mercek ku bibe sedema bihêzkirina van komên tundrew û terorîst çênebe?
Bersiv: Ez bawer dikim ku çareseriya herî baş ew e ku berdewamî bi hevbeşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîneyên Parastina Gel de, ku komeke Kurdî ye, were dayîn, ji bo kontrolkirina girtiyên DAIŞ'ê û hewldan ji bo ku deverên Kurdî xwerêveberiya xwe biparêzin.
Gulan
