Dr. Nermîn Me'rûf, Endama Lijneya Darayî li Encûmena Nûneran a Iraqê: Dabînkirina mûçeyê mûçexwarên Herêmê bingeheke wê ya destûrî, yasayî, dadwerî û jimaryarî jî heye
Dr. Nermîn Me'rûf, Endama Lijneya Darayî li Encûmena Nûneran a Iraqê: Dabînkirina mûçeyê mûçexwarên Herêmê bingeheke wê ya destûrî, yasayî, dadwerî û jimaryarî jî heye
Dr. Nermîn Me'rûf, Endama Lijneya Darayî li Encûmena Nûneran a Iraqê, derbarê pirsa rawestandina mûçeyê Herêma Kurdistanê û nedestûrî û neyasayîbûna biryara Wezareta Darayî, û herwiha binpêkirina cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal de, 11 têbînî pêşkêş kirin. Li ser vê mijarê, Kovara Gulanê hevpeyvînek pê re saz kir û wê bi vî rengî bersiva pirsan da.
*** Beriya ku hûn bibin endama Lijneya Darayî li Encûmena Nûneran a Iraqê, hûn keseke şareza û pispor in di warên darayî û aborî de. Di destpêkê de, gelo em dikarin bizanibin ku ev biryara rawestandina mûçeyê mûçexwarên Herêmê çiqas nedestûrî û neyasayî ye?**
Wezareta Darayî ya Iraqê bi awayekî yekalî û ji nişka ve û bê çaverêkirin, di demeke hestiyar de beriya cejnê, biryara rawestandina mûçeyê mûçexwarên Herêmê da. Ev yek bi naveroka nivîsa hejmar 14502 derket, ku bêguman ev biryar dijberî madeya 14 a destûrê ye, ew madeya ku mafê wekheviyê dide hemû Iraqiyan, bêyî cudahî û ciyawaziyê. Ji aliyekî din ve, biryar binpêkirina cîbicîkirina biryara Dadgeha Federal a hejmar 224 e ku par di 21'ê Sibatê de derketibû, ku tê de dayîna mûçeyê Herêmê wek yek ji wan pabendiyan danîbû ku li ser hikûmeta federal a Iraqê ye ku cîbicî bike. Herwiha, di xala 6'an a wê biryarê de behsa wê yekê dike ku di dema her eger û her nakokiyekê de ku ji ber pabendiyên Herêmê hebe, divê astengî li pêşiya berdewamiya dabeşkirina mûçeyan nebe. Zamenkirina para Herêma Kurdistanê, ya taybet bi mûçeyan, li ser bingeha madeya 13, xala 8'an a yasaya budceyê, mûçeyê mûçexwar û xanenîşînên Herêmê hatiye zamenkirin. Ev yasa bi xwe bûye bingeha derxistina biryara Dadgeha Federal ku di 21'ê Sibata sala borî de derket, û tê de hikûmeta federal pabend (îlzam) kiriye ku mûçeyê fermanber û xanenîşînên Herêmê bişîne. Xaleke din a gelekî girîng ku hikûmeta federal nekiriye, ew e ku me di madeya 13'an a yasaya budceya sê-salî de, di xala 7'an de, bendek destnîşan kiriye ku eger di navbera her du hikûmetên Herêmê û hikûmeta federal a Iraqê de li ser maf û pabendiyan her nakokiyek çêbibe, pêwîst e lijneyeke hevbeş di navbera her du aliyan de were avakirin û di nava 30 rojan de divê lijne pêşniyar û raspardeyên xwe ji bo çareseriyê pêşkêş bike. Baş e, li gorî xişteya (C) ya yasaya budceya federal a taybet bi (Hêza Kar), fermanberên hikûmeta Herêmê beşek in ji hêza kar di sektora giştî de, bi vê yekê jî erkê hikûmeta federal e ku mûçeyên wan bide. Ji bilî van xalan, biryara Wezareta Darayî ya Federal dijberî rêkeftina di navbera Herêm û Bexdayê de ye ku di destpêka îsal de her du wezaretên darayî yên Herêmê û Federal li ser li hev kiribûn. Min li ser vê biryarê 11 têbînî li ser nedestûrîbûn, neyasayîbûn û nejimaryarîbûna biryara birîna mûçeyan amade kirine, ku hemû jî îsbat dikin ku biryar gelek aliyên nedestûrî, neyasayî û nejimaryarî dihewîne. Bi giştî, ji tevahiya para Herêmê di budceya federal de ku sê sal in bi rêjeya 12,67% hatiye diyarkirin, Herêma Kurdistanê di nava du sal û çar mehan de tenê ewqas mûçe wergirtiye ku nêzîkî 7% ji para budceya wê derbas nake.
*** Vêca, hesabkirina para Herêmê bi komkirina dahata neftî û neneftî ya du sal û çar mehên borî yên Herêmê, ku di biryara Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê de hatiye, tu bingeheke wê ya yasayî û jimaryarî nîne?**
Hesabkirina para Herêmê bi komkirina dahata neftî û neneftî ya du sal û çar mehên borî yên Herêmê, ku di nivîsa Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê de hatiye pêşkêşkirin, tu bingeheke wê ya yasayî û jimaryarî jî nîne. Ev cureyek ji şaşî û berovajîkirinê dihewîne, ji ber ku her çend yasaya hejmar 13 a budceya federal ji bo sê salan be jî, lê tenê wekî benda 78'an a madeya yasayê ji bo sê salan e. Her yek ji salên 2023 û 2024 xişteyên dahat û xerckirinê yên taybet bi xwe hebûn û di Encûmena Nûneran de hatine pesendkirin. Ji ber vê yekê, bi heman şêweyî pêwîst e ji bo sala 2025'an xişteyên budceyê li Parlamentoya Iraqê, bi piştrastiya li ser madeya 77/duyem a yasayê, werin pesendkirin.
*** Xalek ku ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê û Wezareta Darayî ve pir pişta xwe pê girêdidin ji bo birîna para Herêma Kurdistanê ji budce û mûçeyan, meseleya "xerciya kirdeyî" (fi'lî) ye. Di vê biryarê de jî wan amaje bi vê xalê kiriye. Gelo ev yek ji aliyê zanistî û yasayî ve çiqas guncaw e?**
Amajekirina bi "xerciya kirdeyî" di nivîsa Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê de şaşiyeke mezin e. Hikûmeta federal heta niha xişteyên dahat û xerciyên sala 2025'an neşandine Encûmena Nûneran ji bo pesendkirinê, da ku bizanibe qebareya budceyê û para Herêma Kurdistanê çiqas e. Baş e, îsal tenê pênc meh derbas bûne û hesabkirina xerckirina kirdeyî ya hikûmeta federal nayê zanîn, da ku bikaribin para Herêmê jê diyar bikin. Êdî çawa Wezareta Darayî ya Federal dibêje para Herêmê xilas bûye? Ev nerastiyek û berovajîkirineke eşkere ye û tu bingeheke wê ya yasayî, jimaryarî û zanistî jî nîne. Ji aliyekî din ve, niha ku xişteyên dahat û xerciyên budceya sala 2025'an nehatine pesendkirin, ez nizanim çawa Wezareta Darayî li gorî yasaya rêveberiya malî hejmar 6 a sala 2019'an, madeya 13'an, li ser bingeha 1/12 ji giştiya xerciyên sala borî berdewamiyê dide xerciyên xwe. Li gorî wê bingehê, Herêmê di sala 2024'an de nêzîkî 11 trîlyon û 500 milyar dînar wek mûçe ji Bexdayê wergirtiye, ku ji bo 12 mehan dike nêzîkî 958 milyar dînar mehane. Ev di demekê de ye ku di nava çar mehên borî de Herêmê tenê nêzîkî sê trîlyon û 800 milyar dînar para mûçeyan wergirtiye û hêj heft trîlyon û 700 milyar dînar ji para wê ya budceyê ji bo sala 2025'an maye, ev jî eger xişteyên dahat û xerciyên nû neyên pesendkirin.
Min bi xwe li ser neşandina mûçeyê Herêma Kurdistanê nîqaşeke mezin bi Wezîra Darayî re kir, ji ber ku nivîsar dijberî benda duyem a madeya 77'an a yasaya budceya sê-salî ya Iraqê ye, û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ê hemû rêkarên destûrî û parlementerî bigirin ber çavan.
*** Yek ji hincetên Wezareta Darayî di nivîsa xwe de ji bo rawestandina mûçeyê Herêmê, ew e ku Herêmê biryara Dadgeha Federal a taybet bi (tewtîn - tomarkirina mûçeyan) cîbicî nekiriye. Ev mijar pir caran ji aliyê hêzên opozisyonê û gelek parlamenterên ku gotinên neyarên Kurdan li Bexdayê dubare dikin tê behskirin. Gelo ev yek hincetê dide Wezareta Darayî ji bo rawestandina mûçeyan?**
Wezareta Darayî ji bo piştrastkirina biryara xwe, pişta xwe bi nivîsa hejmar 303/4/Federal/2025 a Dadgeha Federal girêdaye, qaşo dadgehê tekezî li ser cîbicîkirina (tewtîn) kiriye wek merc ji bo berdewamiya dayîna mûçeyan li gorî biryara xwe ya berê ya hejmar 224. Ev jî ne di cihê xwe de ye, ji ber ku heman dadgehê gelek biryarên din hene ku mûçeyê fermanberên Herêmê bi pirsgirêkên siyasî û nakokiyên di navbera her du hikûmetan de neyê tevlihevkirin. Cihê mixabiniyê ye ku her çend Iraqa nû federal e û Kurd hevparekî sereke bûne di vê Iraqa nû de, lê hêj kesên weha li Iraqê hene ku baweriya wan bi sîstema navendî heye, her wekî ku ev yek di mijara neft û gazê de bi zelalî xuya dike.
*** Pirsa me ya dawî bila li ser mijara neft û gazê be, ji ber ku pir caran behsa dahata neneftî û negihîştina rêkeftinekê ji bo hinardekirina neftê tê kirin. Gelo Bexda çima li ser mijara neftê ewqas tund e li hember Herêma Kurdistanê?**
Ev 18 sal in Iraq naxwaze yasaya neft û gazê derbixe, di demekê de ku ev yasa ne tenê bingehek e ji bo çareserkirina pirsgirêkên neft û gazê di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, belkî di navbera hikûmeta federal û parêzgehan bi xwe de jî. Derxistina yasaya neft û gazê û avakirina encûmena federal di bernameya karê hemû wan aliyên siyasî de bû ku di Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de beşdar bûn. Derxistina vê yasayê daxwaza Kurdan jî bû. Wan ne tenê yasa derneexist, belkî yasaya neft û gazê ya Herêma Kurdistanê jî bi rêya Dadgeha Federal betal kirin û piştre li dadgeha Parîsê rê li ber hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê girtin. Niha jî ew nikarin bi kompanîyên hilberîner ên neftê re li hev bikin. Ez bawer dikim ev jî pirsgirêka hebûna zîhniyeta navendîparêz e li Bexdayê.
Gulan
