Li Îsrayîl hejmara tûşbûyan vi Vayrosa Koronayê ji 700 kes derbaz kir
Wezaretê amaje kirîye, ku 10 kes ji teva ya tûşbûyan, hêj di haleta metirsîyê de ne, 18 kes jî di haleta nîv metirsîyê de ne û 15 kes jî, bi temamî hatine çareserkirin.
Ev hajmara hanê di demekê de dihêt, ku hikumeta kar birêkera Îsrayîlê, bi serokatîya Binyamîn Natinyaho rêkarên xweparêzîyê li wî welatî girtîye ber, wek hewlek bo rêgirtinê ji belavbûna Vayrosê. Ji wan rêkarên ku girtîne ber jî, daxwaz ji hevwelatîyan hatîye kirin, Tenê jibo kirrîna xorak û cîbicîkirina karên pizîşkî nebe; ji mal nederkevin.
Basnews
