• Sunday, 08 February 2026
logo

Mele Ebdî Berekat Ebdî, xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta gundê Kopî li ser sînorê bajarokê Qesrê ji Gulanê re: Grup û aliyên Îslama siyasî hilgirê bîr û bernameyeke derve ne û armanca wan ji bo berjewendiyên wan e

Mele Ebdî Berekat Ebdî, xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta gundê Kopî li ser sînorê bajarokê Qesrê ji Gulanê re: Grup û aliyên Îslama siyasî hilgirê bîr û bernameyeke derve ne û armanca wan ji bo berjewendiyên wan e

 

Mele Ebdî Berekat Ebdî, xutbexwîn û pêşnimêjê Mizgefta gundê Kopî li ser sînorê bajarokê Qesrê ji Gulanê re: Grup û aliyên Îslama siyasî hilgirê bîr û bernameyeke derve ne û armanca wan ji bo berjewendiyên wan e

Piştî hilweşîna xîlafeta îslamî li Stenbolê û damezrandina Îxwan el-Muslimîn li Misrê, ola pîroz a Îslamê ji bo siyaset û îbadetê hate dabeşkirin. Ji bo ku em bizanibin gelo ev tişt di Îslamê de dibe hebe û ka di Îslamê de tundrewî heye, an ji bo pêkvejiyan, aştî û mirovahiyê hatiye, Kovara Gulanê li ser vê pirsê hevpeyvînek ligel Mele Ebdî Berekat Ebdî, xutbexwîn û pêşnimêjê mizgefta gundê "Kopî" li ser sînorê bajarokê Qesrê û şarezayê şerîeta îslamî, saz kir.

*** Piştî hilweşîna xîlafeta îslamî li Stenbolê, rêxistina Îxwan el-Muslimîn li Misrê hate damezrandin, ev jî bû sedem ku Îslam ji bo Îslama siyasî û îbadetê bê dabeşkirin, gelo ev dabeşkirina Îslamê bo Îslama siyasî û îbadetê, heta çi astê xizmeta Îslamê kiriye?**

Armanca wan hizr û bernameyên ku di Îslama siyasî de hatine dariştin, ew e ku desthilat û hukimraniyê bigirin destê xwe û di bin perdeya Îslamê de bandorê li ser civakê çêbikin. Ewan di wê demê de şirovekirina xwe ji xelkê re bi awayekî xapînok dikin, da ku wan li dora xwe kom bikin û alîgir û dengderan ji xwe re bi dest bixin. Her digel çêbûna Îxwan el-Muslimîn li Misrê, wan Îslam ji bo siyaset û îbadetê dabeş kir, û ev yek ne di berjewendiya Îslamê û cîhana misilman û me Kurdan de ye, ji ber ku ew Îslama ku Xwedê û Pêxember (S.A.V) dixwazin, bîr, hest û hizreke pak û bê kêmasî ye. Îslam navendî ye û ji hemû fêl û xapandinan dûr e. Hatina ola Îslamê ji peyama yekem heta niha ji bo wê yekê ye ku xizmeta mirovahiyê bike, ji ber vê yekê di nav gelê Kurd de cihê van cure bername û hizrên Îslama siyasî çênabe, bi taybetî ji aliyê mamostayên ola Îslamê ve, ji ber ku gelê Kurd di dema şoreşan de û heta îro jî li ser suneta Pêxember (S.A.V) bûne. Em Kurd li ser rêya rastî, aramî, razîkirina Xwedê û xizmeta mirovahiyê meşiyane. Her çend di cîhana Îslamî de bi temamî grup û alî û hinek kes peyda bûne ku di bin perdeya ola Îslamê de kirasekî din li xwe kirine, ew jî kirasê siyasetê ye ji bo mebestên xwe yên taybet û bidestxistina berjewendiyên xwe, lê gelê Kurd bi rêya hujre, mizgeft û tesewufê reftar kiriye, da ku razîbûna Xwedê bi dest bixe û xizmeta gel û xelkê xwe bike. Bi giştî, Îslama siyasî bi tevlihevbûna ligel civakê re nagunce, bi taybetî li wan milet û welatên ku çend netewe, ol û olza tê de hebin. Wek mînak, Kurdistan wek cihekî li herêmê cihê pêkvejiyanê ye, di dirêjahiya dîrokê de çend netewe, ol û olzayên cuda di nav xwe de hewandine, lê dema ku sîstema hukimraniyê li Kurdistanê bibe îslamî, wê demê destûra wê jî divê di bin hukmê bingehên Îslam û Quranê de be, wê çaxê dê kêşe, arîşe û aloziyeke mezin ji bo gelê Kurdistanê çêbibe, ji ber ku li Kurdistanê di dirêjahiya dîrokê de Mesîhî, Êzidî, Kakeyî, Misilman û hwd. hebûne û bi hevre dijîn, lê belê bi hatina desthilata Îslama siyasî ew pêkvejiyan namîne û diguhere bo rewşeke ne guncaw û nexwestî, lewma pêwîst e em ji Îslama siyasî dûr bin û wê ola xweş, pak û pîroz ji bo siyaset û îbadetê dabeş nekin.
*** Li gorî dîroka Îxwan el-Muslimîn, Îslama siyasî giringiyê bi pirsa ax û neteweyê nade û pîroziyên neteweyî bêqîmet dike, li vir li Kurdistanê jî em vê dibînin, gelo ji holê rakirina aidîbûn û pîroziyên niştimanî çi karesatekê bi xwe re tîne?**

Di rastiyê de niştiman gelek pîroz e. Niştiman û ax di ola Îslamê de jî ji her tiştê din ê mirov pîroztir e. Ji ber vê yekê, kesê ku ne niştimanperwer be, ew olperwer jî nabe. Ev yek di ola pîroz a Îslamê de bingeh e, lewma li ser mirov, bi taybetî takekesê Kurdistanî, pêwîst e eger ji ola xwe hez bike, divê niştimanperwer be û ji ax, niştiman, ziman, al û pîroziyên welatê xwe hez bike û bi her awayî parastin û bergiriya wan bike. Herwiha, dema yek bêje ez tenê pabendî bingehên Îslamê me û olperwer im, ew tenê mebesta wî xapandina xelkê û derdora wî ye, ku ev jî tenê ji Îslama siyasî tê payîn û fêlan li xwe jî dike, lê nikare fêlan li mirovê zana û têgihiştî bike. Ji aliyekî din ve, divê em bizanibin ku Îslama siyasî girêdayî derve û dijminên gel û doza neteweyî ya me Kurdan e.
Îslama siyasî zêdetir kar li ser ciwan û kesên nûgihîştî û sade û sakar dike, berevajî bingehên Îslama rastîn hewl didin pîroziya ax û niştiman û pîroziyan, wek mînak sirûda niştimanî û alayê, li ber çav û hizra wan bê nirx û bêqîmet bikin. Lê spas ji Xwedê re, ew îslamiyên siyasî yên ku niha li Kurdistanê hene, ew meram û pîlanên wan bi ser neketine, ji ber ku gelê Kurd, bi taybetî misilman, şareza ne û têra xwe çavronî di olê de heye, bi taybetî derbarê ax, niştiman û hwd. Herwiha di gelek hedîsên Pêxember de, silavên Xwedê lê bin, hatiye îsbatkirin ku pêwîst e her kes ji niştiman, ax û nirxên xwe yên pîroz hez bike û parastina wan bike, lê ew hizb, grup û aliyên îslamî yên siyasî ku li Kurdistanê kar dikin, berevajî têgihîştina rast a Îslamê ne, ji ber vê yekê heta îro nekarîne gavekê jî di pîlanên xwe yên dijminane yên li dijî gelê Kurdistanê de bi ser kevin.

*** Em Kurd wek gelekî misilman, xwedî dîrokeke pak a misilmanî û kurdayetiyê ne û gelek zanayên mezin ên Îslamê me hebûne û hene, çima Îslama siyasî vê dîrokê paşguh dike û dixwaze dîrokeke din li Kurdistanê belav bike, ku ew jî dîroka Erebî ye?**

Her tim ji aliyê grup û aliyên Îslama siyasî ve hewl hatiye dan ku dîroka geş a Kurdê misilman were windakirin, yan jî were şêwandin, ev jî bi mebesta gihîştina armancên wan e ku di bernameyên wan de ji bo wan hatine nexşekirin. Hewldanên wan berdewam in û bi destê derve ne, ji ber vê yekê pêwîst e li ser me alimên ola Îslamê û zanayên me û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, bi berdewamî komcivîn û semîneran li dar bixin, ji bo gihandin û têgihîştina wê dîroka ku gelê Kurd xwediyê wê ye, bi taybetî ji bo ciwanan, ku ev erkekî gelek pîroz û pêwîst e li ser milên me. Ji ber ku me dît komek û destek wekî DAIŞê bi navê Îslamê çi teror û kiryarên nerast û neheq pêk anîn, ku li vir û wir eger di asteke kêm û biçûk de be jî, bandor li ser hinek kes û takekesên Kurd çêkirin û ber bi xwe ve kişandin. Lê bi lidarxistina komcivîn û semîneran ji aliyê mamosta û zanayên Îslamê ve, dikare dîroka gelê me bi temamî û baş were gihandin û ji wan re bê gotin ku me, ji helbestvanên me bigire heta serkirdeyên me yên şoreşger û niştimanperwer, hemû jî mirovên olî, zana û jêhatî bûn di şerîeta Îslamê de û piraniya wan jî derçûyên medreseyên olî û terîqetên Neqşbendî û Qadirî bûn. Herwiha, gelê Kurd di dîroka Îslamê de xwedî kesayetî û serkirdeyên qehreman ên wek Selahedînê Eyûbî bûye, ji ber vê yekê ew grupên îslamî yên siyasî yên li Kurdistanê, baş dizanin û piştrast in ku gelê Kurd bi aştî û bi pakî Îslam qebûl kiriye û nikarin dîroka me bişêwînin û dîroka neteweyên din û yên derve bi ser me de ferz bikin.
*** Behsa hilberandina tundrewî û terorê di fikra Îxwan el-Muslimîn û Îslama usûlî de tê kirin, gelo çandina tovê tundrewî û îrhabê di civakê de, heta çi astê civakê ber bi nearamî û wêrankirinê ve dibe?**

Ola Îslamê û Qurana pîroz ji bo xizmeta mirovahiyê hatine, lê Îslama siyasî ji bo mebestên xwe hem olê bi Quranê ve, hem jî dîrok û bingehên rastîn ên Îslamiyetê ji bo armancên xwe bi kar tînin. Lê ola Îslamê tekezî li ser pêkvejiyan, lêborîn û aştiyê dike ji bo xweşguzeraniya mirovahiyê. Lê ew grupên ku bi navê Îslamê hatine, hizr û bîrên tundrewiyê belav dikin û dixwazin civak nearam bibe û xwe jî nêzîkî armancên xwe yên berjewendiyên şexsî bikin. Tişta ku ew dikin ji ya ku terorîstên DAIŞê kirin baştir nabe, û bi van karên xwe Îslamê reş dikin.
*** Xaleke din a metirsîdar di fikra Îslama siyasî de pirsa ji nû ve şirovekirina "fetwadanê" ye, ku di Îslamê de divê hikumet, an Emîr-ul Mu'minîn fetwayê bide, lê Îslama siyasî dibêje her kes dikare fetwayê bide û xelkê bikuje. Gelo ev ne bêwatekirina fetwayê û çêkirina aloziyê ye di civakê de?**

Bêguman, mafê ti kes, mele, zana û grupeke bi navê Îslamî nîne ku lijneya wan a fetwayê hebe, yan jî fetwayê bidin. Pêwîst e li ser hikumet û wezareta pêwendîdar ku lêpirsînê bikin û van kes û alî û grupan ceza bikin û bi tundî jî reftarê ligel wan bikin, ji ber ku fetwadan gelek girîng e û pêwîst e û divê fetwadan tenê ji aliyê wê encumena bilind ve be ku ji aliyê hikumetê ve di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de hatiye damezrandin, ku ji gelek zana, jêhatî, şareza, pispor û muftiyan pêk tê. Ji ber ku fetwa hene ku eger ji aliyê hinek kesan an grupekê ve derkeve, metirsîdar e û dibe sedema derxistina tevlihevî û tundrewiyê di nav civaka me de.

 

Gulan

Top