• Sunday, 08 February 2026
logo

Endezyar Arî Ehmed Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjên Herêmê ji bo Gulanê: Nêzîkî sedî heştê ya Projeya Ava Lezgîn a Hewlêrê temam bûye

Endezyar Arî Ehmed Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjên Herêmê ji bo   Gulanê: Nêzîkî sedî heştê ya Projeya Ava Lezgîn a Hewlêrê temam bûye

Endezyar Arî Ehmed Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjên Herêmê ji bo Gulanê: Nêzîkî sedî heştê ya Projeya Ava Lezgîn a Hewlêrê temam bûye

 

Projeya Ava Lezgîn a Hewlêrê, wek yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê dîtin, ku qonaxên projeyê bi awayekî bilez birêve diçin. Di demek nêz de ligel temambûna projeyê, beşekî mezin ji pirsgirêka ava vexwarinê ya Hewlêrê dê were çareserkirin. Di hevpeyvîneke Kovara Gulan de, Endezyar Arî Ehmed Qadir, Rêveberê Giştî yê Av û Avrêjên Herêmê, hûrgiliyên temambûna projeyê eşkere kirin.

Pirs: Fikra cîbicîkirina projeyeke wiha mezin ji bo çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya Hewlêrê çawa çêbû û ev proje heta çi astê bi kalîteyeke bilind û modern tê cîbicîkirin?

Projeya Ava Vexwarinê ya Lezgîn a bajarê Hewlêrê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşkêşkirin. Ev projeya stratejîk li jêr çavdêrî û şopandina birêzê wan tê cîbicîkirin, lewma proje di asteke bilind a hunerî, kalîteyî û modern a pêşketî de birêve diçe. Di demeke kurt de, ku di meha heftan a sala 2024'an de dest bi cîbicîkirina projeyê hat kirin, heta dawiya meha heftan a îsal qonaxa yekem a projeyê temam dibe û ji bo meha 11'an a îsal jî tevahiya proje dê were cîbicîkirin, bi vê yekê jî heta 25-30 salên bê bajarê Hewlêrê dê jê sûdmend bibe. Ev proje ku ji sê beşên serekî pêk tê "wergirtin, paqijkirin û veguhestin, belavkirin", bi şiyana (20) hezar metr sêca di saetekê de, ku dike (480) hezar metr sêca ava paqij di rojekê de berhem tîne. Herwiha (210) kîlometr boriyên veguhestinê yên bi tîreyên cuda yên ku ji (1600)mm, (1500)mm, (1200)mm, (800)mm, (700)mm, (600)mm, heta (500)mm pêk tên, di nav xwe de digire. Budceya projeyê (480) milyon dolar e û biryar e ku dema projeyê di sal û nîvekê de temam bibe. Proje çavkaniya avê ji Zêyê Mezin, li nêzîkî gundê Kewrgoskê, werdgire. Piştre bi du boriyên bi tîreya (1600)mm, (21) hezar metr sêca av di saetekê de tê veguhestin bo wêstgeha paqijkirinê ya serekî ya li nêzîkî gundê Gayincê. Ev wêstgeh ji du wêstgehan ango du xetên paqijkirinê pêk tê, ku her yek bi şiyana (10) hezar metr sêca di saetekê de kar dike. Paşê di qonaxên paqijkirinê re derbas dibe û av li gorî standarda Iraqî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ji bo vexwarinê amade dibe. Piştre ava paqij tê veguhestin bo xetên veguhestinê ji wêstgeha paqijkirinê ya serekî ya li nêzîkî gundê Gayincê, bi du xetên (1500)mm ku (20) hezar metr sêca av di saetekê de vediguhêzin bo wêstgeha belavkirinê ya serekî ya ku li nêzîkî gundê Sêbîran e. Ew wêstgeha Sêbîranê jî çend embarên komkirina avê di nav xwe de digire, ku berpirs e ji şandina avê ji yek ji xetan ku du xetên (1200)mm û du xetên bi tîreya (800)mm di nav xwe de digire. Dema ku xetên veguhestinê digihîjin bajarê Hewlêrê, dibin sê xet li ser Cadeya 120 metrî, ku xetek ji wan li ser Cadeya 150 metrî ye û bi aliyê piştê yê cadeyê re derbas dibe ku tîreya wê (1200)mm e û ji Cadeya Reşkîn, yan jî Mûsil a kevn dest pê dike û piştre diçe pişta firokexaneyê û bi aliyê Gezneyê re heta digihîje Cadeya Hewlêr-Dihok dirêj dibe. Paşê Cadeya Behrkê dibire heta digihîje Cadeya Hewlêr-Pîrmam, ji wir jî diçe heta digihîje Cadeya Koyê. Ew xet avê dide aliyê hundir û derveyê projeyê û sê xetên me yên din jî hene ku bi heman şêweyî tên ser Cadeya 120 metrî ku tîreya wê (800)mm e, ji Cadeya Mûsil a kevn, ku jê re dibêjin Cadeya "Reşkîn", dest pê dike, bi pişta firokexaneyê re derbas dibe û Cadeya Eynkawayê dibire û diçe pişta Eynkawayê heta digihîje nêzîkî Cadeya Hewlêr-Pîrmam, ku ew borî jî avê ji bo wan sazî, cih û taxên ku dikevin aliyê hundir û derveyê Cadeya 120 metrî dabîn dike. Du xetên me yên din hene, wek me amaje pê da, li ser Cadeya 120 metrî ne ku xetek ji wan li aliyê derveyê Cadeya 120 metrî ye û tîreya wê (1200)mm e, û xetek jî li ser Cadeya 120 metrî dikeve aliyê hundir ku tîreya wê (800)mm e. Ew boriya ku tîreya wê (800)mm e, ji Cadeya Reşkîn ber bi Cadeya Mexmûrê û ji wir jî ber bi Cadeya Kerkûkê ve diçe û digihîje Cihan City. Li wê derê borî dadikeve ku berpirs e ji dayîna avê bo aliyê hundirê Cadeya 120 metrî. Lê xeta duyem (1200)mm bi Cadeya Reşkîn re ber bi Cadeya Hewlêr-Mûsilê ve diçe, ji wir jî ber bi Cadeya Mexmûrê û Cadeya Kerkûkê heta digihîje nêzîkî Cadeya Koyê, û ew boriya (1200)mm berpirs e ji dabînkirina avê ji bo beşa derveyê Cadeya 120 metrî heta digihîje aliyê hundirê Cadeya 150 metrî û beşek jî ji bo wan cihên ku ketine derveyî Cadeya 150 metrî jî. Bi giştî, bajarê Hewlêrê bi awayekî rasterast û nerasterast tev jê sûdmend dibin, heta ewên ku ji projeyên Ifraz 1, 2 û 3 jî sûdmend in, bi awayekî nerasterast, bi hukmê ku beşek ji wê ava ku tê dayîn derveyê Cadeya 120 metrî vedigere nav bajêr û ew tax û sîte û ew projeyên ku bazirganî û pîşesazî ne.
Pirs: Yek ji pirsgirêkên projeya ava Hewlêrê şikestina boriyên wê ye, gelo ev proje ji aliyê kalîte û bikaranîna boriyan ve heta çi astê di standardên cîhanî de ye?

Nêzîkî 80% ji Projeya Ava Vexwarinê ya Lezgîn a Hewlêrê temam bûye. Materyal û kelûpelên ku di vê projeyê de hatine bikaranîn ji baştirîn û bi kalîtetirîn coran in û li gorî standardên cîhanî têne hesibandin. Stafa kar rojane di navbera sê heta pênc hezar karkeran de ye û bi awayekî berdewam kar tê de kirine, ji "karker, teknîsyen û endezyar" û hemû corên stafên din ên ku pêwîst bûne, û bi sê şiftan kar tê de hatiye kirin û hejmara amûran zêdeyî hezar hebî bûye. Herwiha boriyên ku di vê projeyê de hatine bikaranîn, ji corê Spîral Steel ên taybet bi ava vexwarinê ne, ku aliyê wê yê hundir bi epoksiya taybet a ava vexwarinê hatiye rûkirin, aliyê wê yê derve jî bi polîetîlenê hatiye pêçan da ku bikare li hember ax û zenggirtinê li ber xwe bide. Heta karê lêhîmkirinê jî bi corê standardeke cîhanî hatiye kirin. Herwiha ev boriya ku hatiye bikaranîn ji corekî yekcar baş e û xwedî şiyana berxwedana li hember lêdanê ye û bi awayekî ye ku bi hêsanî qul nabe, yan jî naşikê.
Pirs: Tê gotin ku li gel vê projeya stratejîk û torên ava vexwarinê yên nav bajarê Hewlêrê, we dest bi projeyên din jî kiriye. Gelo girêdana projeyê bi tora navxweyî ya taxên bajarê Hewlêrê heta çi astê bi pêş ketiye?

Projeya Lezgîn a Ava Vexwarinê ya Hewlêrê tenê berpirs e ji paqijkirina avê û veguhestina wê bo nav bajêr. Hevdem digel vê projeyê, projeya me ya girêdana xetên serekî bi torên bajarê Hewlêrê re heye. Projeyeke me ya din jî heye ji bo girêdana xetên serekî yên projeya lezgîn bi torên bajarê Hewlêrê re. Ev proje nêzîkî (411) kîlometr e ku boriyên bi tîreya (100-200)mm hatine bikaranîn, ku xetên serekî yên projeya lezgîn bi torên bajarê Hewlêrê ve girê dide û rêkxistineke temam jî di torên bajarê Hewlêrê de tê kirin, bi taybetî di wan xetên ku avê ji bo taxan dabîn dikin.
Pirs: Gelo elektrîka berdewam ji bo projeyê hatiye dabînkirin? Ji ber ku berê dema ku pirsgirêka kêmbûna avê çêdibû, dihat gotin ku elektrîka niştimanî yek ji sedemên krîza kêmbûna ava vexwarinê ye.

Proje xwedî du xetên serekî yên enerjiya elektrîka niştimanî ye. Eger di yekê de pirsgirêk çêbibe, ya duyemîn dixebite. Ev ligel wê yekê ku ji bo wêstgehê elektrîka taybet pê re hatiye çêkirin, da ku em bikarin heta 100% ji projeyê pê bixebitînin, heta eger elektrîk li tu cihekî nebe jî.
Pirs: Girtina bîrên ava vexwarinê piştî destpêkirina vê projeyê dê bigihêje ku derê, ku ji bo parastina ava bin erdê gelekî pêwîst e?

Yek ji sûdên Projeya Ava Vexwarinê ya Lezgîn a Hewlêrê, girtina bîrên ava vexwarinê ye. Ev jî armanca serekî ye ji bo parastina ava bin erdê. Wek hûn agahdar in, di salên borî de asta ava bin erdê li bajarê Hewlêrê bi awayekî berçav kêm bûye û niha bîr li bajarê Hewlêrê bi kûrahiya nêzîkî (500-550) metreyan tên kolan, ku di salên heştêyan de nêzîkî (80-90) metre û herî zêde (120) metre bû. Lewma di qonaxa yekem de û ligel temambûna projeya lezgîn, biryar e ku ji toplam 1400 bîrên ku li bajarê Hewlêrê hene, hezar bîrên ava vexwarinê yên taxan werin girtin û plan heye ku piştre (1200) bîr werin girtin. Ji aliyekî din ve, karekî baş tê kirin ji bo rêkxistina pîverên (saetên) ava vexwarinê û danîna şamandirayan (tewafeyan) û parastina ava vexwarinê, ku dihêle ava paqij pûç nebe, ku bi mesref û lêçûneke mezin ji bo hikûmetê û bi berdewamî ev xizmetguzarî digihîje hemû hevwelatiyan.

 

Gulan

Top