Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Perwerdeyê û Wezîrê Xwendina Bilind re civiya
Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî bi Wezîrê Xwendina Bilind û Wezîrê Perwerdeyê re civiya .
Mezlûm Ebidî û Îlham Ehmed bi Merwan Helebî û Muhammed Abdulrahman Turku re civiya.
Di civînê de rêyên tevlîkirina Zanîngeha Rojavayê, Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Şerqê hatin nirxandin.
Ew li ser pêşxistina planên avakirina Zanîngehên nû li Hesekê û Reqayê sekinîn .
Ev wekî beşek ji hewildanên ji bo baştirkirina xwendina bilind û xurtkirina hebûna wê li herêmê, gotobêj kirin.
Ronahi.tv
