• Tuesday, 10 February 2026
logo

Vayrosa Korona di hewayê de, 3 demjimêran dikare bijî

Gulan Media March 20, 2020 Nûçe
Vayrosa Korona di hewayê de, 3 demjimêran dikare bijî
Saziyên Tendirustiyê yên Amerika ligel Zanîngeha Princeton a Amerika, di kovara tenduristiyê ya The New England de lêkolînek liser Vayrosa Korona weşandin.

Ligor lêkolînê: Vayros di encama quhik û pişkandinê de li hewayê dikare 3 demjimêran bijî. Ger bikeve ser plastik û pola ya zingarê nagre de heta 2-3 rojan dikare bijî, lê liser kartonê tenê 4 demjimêran dikare bijî.

Lêkoleran, lêkolîna bi alavek pîvandinê liser nexweşek Vayrosê pêkanîn û beşên cuda yên belavbûna Vayrosa Korona pîvandin. Ew jî bi rêya nexweşek tûşbûyî yê Vayrosa Korona di warên: quhik, pişkandin û dest danîn a kelûpelên cuda de.

Ligor lêkolîna lêkoleran, piştî lawazbûna dem a Vayrosê, ew di demek gelek kin de bêbandor dibe.


K24
Top