23 zîndanî li Rojhilatê Kurdistanê reviyan
Li gorî berpirsên parêzgeha Lorsitanê, 23 zîndanî ji zîndana Parsîlon a bajarê Xuremava reviyan.
Cîgirê Emnî yê Parêzgarê Loristanê, Mehmûd Semînî ragihand ku di rûbirûbûna hêzên emnî û zîndaniyên revyayî de, zîndaniyek hate kuştin, yek birîndar bû û yek jî hate girtin.
Mehmûd Semînî dibêje ku 20 zîndaniyan karîne birevin.
Berpirsên bajarê Xuremava û parêzgeha Loristanê dibêjin ku lêgerîn bo peydakirina wan girtiyan berdewam in.
Rudaw
