Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed serdana Dihokê kir
Îro roja înê 20.03.2020an Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed û şanda pê re, li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Duhokê kirin.
Di vê serdana xwe de, ew şanda hikûmetê dê ji nêzîk ve bicihkirina rênima û tedbîrên li hember vîrusa Koronayê li parêzgeha Dihokê û herwiha rewşa ziyandîtiyên lehiyên du rojên derbasbûyî yên li wê parêzgehê bişopîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî milyarek dînarê Iraqî weke alîkarî ji bo ziyanpêketiyên lehiya li parêzgeha Dihokê terxankiribû.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî 2 milyar dînarên Iraqî weke alîkarî ji bo ziyandîtiyên lehiyên li parêzgeha Duhokê terxan kiriye.
Ji ber barîna barana zede û çêbûna lehiyan li sînorê parêzgeha Dihokê, zirareke mezin gihîştiye zêdetirî 400 mal, 200 otomobîlên welatiyan û çar pirên li sînorê wê parêzgehê jî herifîne.
Basnews
