Li Kerkûkê 15 kes ji qerentîneya Koronayê derketin
Berpirsê giştî yê tenduristiya parêzgeha Kerkûkê, Kerîm Welî ragihand, 15 kesên ku bi gumana hebûna nexweşiya Koronayê hatibûn qeretînekirin, têsta wan negatîf derket û çûn malên xwe.
Li gorî amarên fermî, heta niha 125 kes li Iraqê û 40 kes jî li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê ketine ku 11 kes ji wan mirine û hinek jî baş bûne.
Basnews
