• Tuesday, 10 February 2026
logo

4 tûşbûyên koronayê li Silêmaniyê baş bûn

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
4 tûşbûyên koronayê li Silêmaniyê baş bûn
Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê ragihand ku li wê parêzgehê rewşa tendirustiya 4 kesên din ên tûşbûyên vîrûsa koronayê ya cureya nû (Covid-19) baş bûye û bi vê yekê hejmara kesên ji nexweşiya Covid-19 pak bûne gihîşt 13 kesan.

Rêvebirê Giştî yê Tendirustiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihand ku îro 18ê Adarê li wê parêzgehê rewşa 4 kesên din ên bi vîrusa koronayê ketibûn baş bûye û ew bo malên xwe hatine şandin.

Dr. Sebah Hewramî zanîn ku ligel wan 4 kesan, hejmara kesên ji vîrusa koronayê pak bûne gihîşt 13 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha 39 kes tûşî nexweşiya Koronayê bûne û 9 kes ji wan baş bûne û kesek jî ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye.

Rudaw
Top