• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tenduristiya Silêmaniyê: Heta naha tekoşîna hember vîrusa korona de em baş pêşde çûne

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Tenduristiya Silêmaniyê: Heta naha tekoşîna hember vîrusa korona de em baş pêşde çûne
Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê amaje bi wê yekê kir, ku zêdetir pêbendî divê bi rênmayiyên tenduristiyê hebe û dibêje: ‘’Me qonaxeke baş di tekoşîna hember vîrusa korona de bidest xist û em pêş de çûne.’’

Îro 19.03.2020ê rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Spas bo xwedê. Heta naha em qonaxeke baş pêşde çûne di tekoşîna hember vîrusa korona de. Tîka li hemû kesî dikim li malên xwe bimînin û pêbendbûna zêdetir bi rênmayiyên tenduristiyê bila hebe.’’

Herwaha got: ‘’Dizanim beşek zêde ya kesên karker û hemwelatî bi giştî jî rewşa wan a darayî ji ber wan rênmayiyan xirabe. Ez daxwaza lêborînê li we dikim. Lê tenduristiya we ser her tiştekî re ye. hêvîdarim silamet bin.’’

Basnews
Top