• Tuesday, 10 February 2026
logo

Pira Imrîkê ya navbera Duhok û Mûsilê hilweşiya

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Pira Imrîkê ya navbera Duhok û Mûsilê hilweşiya
Ji ber hatina baranên tund û rabûna lehiyan, aliyekî pira Imrîkê ya li ser rêya giştî ya Duhok û Mûsilê hilweşiya û aloziyên hatûçûnê peyda bûn.

Rêveberê Sexbêrî, parastina rê û pira li parêzgeha Duhokê Dêwalî Heme Birîndar ji BasNewsê re ragehand, îro 18.03.2020ê ji ber hatina baranên tund û rabûna lehiyê pira Imrîkê ya navbera Duhok û Mûsilê ku 15 kîlometreyan ji nahyeya Feydiyê dûre û hilweşiyaye û rê naha hatiye daxistin.

Berdevkê rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Azad Taha jî ji BasNewsê re ragehand, ji ber herifîna aliyekî pirê, tîmên hatûçûnê li wî cîhî amadene û naha rê bûye yek şerît û wesayît di yek şerîtê de hatûçûnê dikin.

Basnews
Top