Pisporên Îranî: Dibe ku li welat 3 milyon kes ji ber koronayê bimirin
Rapor ji aliyê heyeteke zanistê ya ku ji akademisyenên Zanîngeha Teknîkê ya Şerîfê bi serektiya Prof. Dr. Elî Naqi Meşayixî pêk tê, hatiye amadekirin û li ser malpera nûçeyan a "Tinn"ê hat belavkirin.
Di raporê de derbarê bandorên vîrusa koronayê de 3 seneryo hatin îdiakirin.
Di seneryayo yekem û herî baş de tê gotin ku eger karantîna were cîbicîkiri û gel jî pabendê rênimayên dijî vîrusê bibe: “Ji sedî 80ê mirovan ji hev tên îzolekirin, ji bo rojên destpêkê yên meha Nîsanê ku dê nexweşî li lûtkeyê be, tê pêşbînîkirin ku 120 hezar bi vîrusê bikeivin û derdora 12 hezar kesan canê xwe ji dest bidin.”
Li gorî seneryoya 2yemîn wate di rewşa ku karantîna bi bitemamî neyê cîbicîkirin: “Asta temasa mirovan di sedî 50yan de be, ji bo rojên dawiyê yên meha nîsanê tê çaverêkirin ku 300 hezar kes bi vîrusê bikevin û derdora 110 hezar kesan bimirin.
Seneryoya 3yemîn ku ya herî xirab e, behsa rewşa cîbicînekirina karantînê û guhnedana mirovan bo rênimayên xweparastina ji vîrusê dike.
Di vê senaryoya de tê pêşbînikirin ku tendirustiya civakê hêj xirabtir bibe û herwiha tê çaverêkirin ku asta belavbûna vîrusê derdora di ji sedî 60 de be.
Tê gotin ku di vê rewşê de dê pêvajoya lûtkeyê ya nexweşiyê heta rojên dawîn ên Gulanê bidome. Di vê pêvajoyê de tê çaverêkirin ku nêzîkî 4 milyon kes bi vîrusê bikevin û derdora 3 milyon û 500 hezar kesan jî canê xwe ji dest bidin.
Kovîd-19 ya ku weke yekemîn car li Çînê xwe nîşan da, li Îranê pêşî 19ê sibatê li bajarê Qumê hat dîtin û paşê jî li seranserê welêt belav bûbû.
Wezareta Tendirustiyê ya Îranê ragihandibû ku heta duh hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirine 988 e û hejmara pêketiyan jî 16 hezar û 169 e.
Ev yek di demekê de ye ku heta niha 17 hezar û 361 kes li seranserê Îranê tûşî vîrusa COVID-19 bûne, ku 1135 kes ji wan canê xwe ji dest dane.
Rudaw
