• Tuesday, 10 February 2026
logo

Xezelî nerazîbûna xwe dijî Berhem Salih derbirî

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Xezelî nerazîbûna xwe dijî Berhem Salih derbirî
Duh roja çarşemê 18.03.2020an berpirsê çekdarên milis ê Ehlî Heq Qeys Xezelî bi tûndî dijayetiya xwe beramber Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbirî.

Qeys Xezelî ku kesekî nêzîkî Îranê ye û bi êrîşên ser binkeyên serbazî yên Amerîkayê li Iraqê tê tohmetbarkirin ragihandiye ku ew kesê Berhem Salih erkdar kiriye bo serokwezîriyê ne ligor daxwaza xwepêşanderan û rêberê dînî ê şîeyên Iraqê ye. Ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser twitterê Qeys Xezelî ragihandiye Berhem Salih bi erkdarkirina Ednan Zurfî aştiya civakî ya li Iraqê jî xistiye bin metirsiyê. Xezelî di berdewamiyê jî da amaje bi wê yeke kiriye ew ê bi ti awayî rê nedin ku Xezelî bibe kabîneya xwe ava bike û li parlementoyê pesend bibe.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duhê vîdyoyek belav kir û di wê vîdyoyê de akşkere kir ku wî Edenan Zurfî bo pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê erkdar kiriye.

Piştî wê daxuyaniyê Yekîtiya NIiştimaniya Kurdistanê piştevaniya xwe bo Ednan Zurfî anî ziman. Herwiha aliyên siyasî yên Kurdistanê heta niha bi giştî helwêsta xwe beramber erkdarkirina Ednan Zurfî hîç helwêstek aşkere nekirine.

Li aliye din aliyên şîe yên Iraqê jî li ser navê Ednan Zurfî bûne du beş. Beşek ji şîeyan li dijî Zurfî ne û beşek jê jî ligel wî ne.



Basnews
Top