Li Duhok û Zaxoyê lehiyê zirarek mezin gihande welatiyan
Li gor zanyariyên Rûdawê, îro 18ê Adarê bi sedema pêleke xurt a barîna baranê, li navenda bajarên Duhok û Zaxoyê lehî rabû û bû sedema zirarên madî.
Peyamnêrên Rûdawê yê li Duhokê, Huner Reşîd ragihand, lehiyê herî kêm zirar gihandiye derdora 300 malên welatiyan, herwiha derdora 30 otomobîlên welatiyan jî ketine bin avê.
Huner Reşîd da xuyakirin, lehiyê herwiha beşek ji pira rêya sereke ya Duhok-Mûsilê herifandiye û ji ber wê sayedeke rêya navbera Duhok û Mûsilê hatiye girtin.
Peyamnêrê Rûdawê li Zaxoyê Yûsif Mûsa ragihand, li hin cadeyên bajêr û bi taybet li nav bazarê asta avê gelek bilind bûye û hin otomobîl di nava avê de mane.
Li gor zanyariyên Rûdawê, li hin cihên nav bazara Zaxoyê asta avê nîv metre derbas kiriye.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê yê li Zaxoyê, lehiyê herî zêde zirar gihandiye Taxa Pîşesaziyê. Yûsif Mûsa got, li gor agahiyên ber dest, heta niha 6 otomobîl li wê taxê ketine bin avê.
Bi gotina Yûsif Mûsa, li taxa Pîşesaziyê, cihê ku welatiyan bi awayekê neyasayî mal ava kirine, di masterplana şaredariyê de cihê keskahiyê ye û cihek e ku hemû salan di demsala biharê de lehî lê çêdibin.
Peyamnêrê Rûdawê yê li Zaxoyê got, tîmên berevaniya sivîl û şaredariyê hewl didin alîkariya xelkê zirardîtî yên Taxa Pîşesaziyê bikin.
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî jî ragihand, li navenda bajarê Duhokê jî li çend taxên bajêr lehî çêbû û got, yek ji wan cihên ku li Duhokê lehî lê rabûye, Taxa Nizarkê ya li destpêka bajêr e, ku zirar gihîştiye hejmarek xaniyên welatiyan.
Li wê taxê lehiyê dîwarê mala welatiyekê herifanidye û biriye. Xwediyê malê ji Rûdawê re ragihand, bûyer îro derdora saet 07:30an rû da û em li odeyê mijûlî xwarina taste bûn, ku dengekî nexwezayî hat.
Wî welatiyê herwiha got, ez bi xwe 12 sal e li wê derê me û hin kesê ji taxê jî hatin û gotin, ew 40 sal e em li vir in, me tiştekî wisa nedîtiye.
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî herwiha destnîşan kir, tenê li derdora rûbarê Hişkero zirar gihîştiye nêzîkî 100 mal û avahiyên welatiyan.
Li navçeya Amêdiyê jî lehiyê bandor li 30 gundan kiriye û rêyên navbera wan gundan hatine girtin.
Li gor agahiyan, li navçeya Simêlê jî lehiyê zirar gihnadiye hin gundan.
Herwiha îro li bajarê Hewlêrê jî baraneke zêde barî û ji ber vê yekê, li hin cadeyan û underpasên li nav bajêr asta avê bilind bû.
Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê Eyûb Nesrî jî diyar kir ku li devera Hişkeroyê ava çem rabûye û derdora 50 malan di nav lehiyê de mane û herwiha li wê deverê av ketiye 100 malan.
Peyamnêrê me da zanîn ku tevî ku aliyên peywendîdar hişyariya lehiy, ji bo welatiyên li devera Hişkeroyê ragihandibû, lê dîsa hejmareke kes asê man.
Bi gotina Eyûb Nesrî salên pêştir jî li heman deverê lehî rabûye û ziyan çebûne.
Rudaw
