Emerîka bersiva Çînê da
Berpirsekê Bilind Ji Wezareta derve ya Emerîkayê bi mêdyayên welatê xwe ragehandîye, ew tuhmetên Çînê ne berpirsyarane ye û nahên qebulkirin û bê beha ne.
Berî çend rojan, gotebêjekî bi navê Wezareta Derveya Çînê ragehandibû, ku Emerîka dest di belavkirina vayrosa Koronayê de heye li bajarê Wihan a Çînê.
Ew berpirsê Wezareta derve ya Emerîkayê ragehandîye jî, Waşintunê hewil da hevkarîya Çînîyan bike bo rêgirtinê ji belavbûna wî derdî, lê wan ti bersiv nedan.
Herweha got: Heke Çîn dixwaze wek hêzeke mezin reftarê bike; divê rêzê li rêsayên nêvdewletî bigre û pabend be bi binemayên azadî ya rojnamevanî.
Duhê jî, Çînê sê nûçegehanên rojanemeyên Niyoyok Taymiz, Woll Sitrît û Waşintun Post ji welatê xwe derkirin.
K24
