Çîn: Favipiravir nexweşiya koronayê zûtir baş dike
Li Çînê dermanê bi navê "Favipiravir" a di klînîkan de tê ceribandin bi gotina pisporên wî welatî bandoreke erênî li ser nexweşiya vîrusa koronayê ya nû dike.
Li gor nûçeya televizyona CGTNyê ya Çînê Serokê Navenda Pêşvabirina Biyoteknolojiyê ya Neteweyî ya Çînê Cang da xuyand ev derman li bajarê Şenzenê li ser 80 kesên ku nexweşiya vîrusa koronayê bi wan re hebû hat ceribandin.
Cang got piştî cerîbandinê hat dîtin ku dermanê "Favipiravir" dema başbûnê ya nexweşiyê ji 11 rojan heta 4 rojan kêm dike.
Cang anî ziman li bajarê Wuhanê jî dîsa ceribandinek hat kirin û hat dîtin ku dema germahiya laşê kesekî gelek zêde be û ev derman were bikaranîn agirê ku berê çar û nîv rojan dewam dikir piştî derman bo du roj û nîvan dadikeve.
Cang dibêje "Favipiravir" ji sala 2014an ve li Japonê heye û ti tesîreke wê ya nebaş jî heta niha nehatiye dîtin.
Kesen nexweşiya Covid-19ê dikevin û baş dibin gelo paşê ti zerarek di bedena wan de dimîne an na hêj ew yek nayê zanîn.
Rudaw
