• Sunday, 08 February 2026
logo

Profesor James Sperling ji bo Gulanê: Hê jî rêbaza Trump li hember Rojhilata Navîn encama xwestî nedaye

Profesor James Sperling ji bo Gulanê: Hê jî rêbaza Trump li hember Rojhilata Navîn encama xwestî nedaye

 

Profesor James Sperling ji bo Gulanê: Hê jî rêbaza Trump li hember Rojhilata Navîn encama xwestî nedaye

James Sperling, profesorê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Akron, berê jî mamoste bû li Zanîngeha Michigan State, Koleja Davidson û Koleja James Madison û, mamosteyê siyaseta cîhanî û hikûmetê (siyaseta berawirdî û têkiliyên navneteweyî) û siyaseta navneteweyî û saziyan û siyaseta ewlehiyê ya berawirdî ye. Di lêkolînên xwe de giringî dide siyaseta ewlehî û aborî ya welatê Almanyayê û asayîşa cîhanî û asayîşa herêmî di çarçoveya sîstema navneteweyî ya hevçerx de, herwiha girîngiyê dide pirsên girêdayî NATO û rêveberiya cîhanî. Gulanê hevpeyvînek pê re encam da, ku tewereyên wê yên serekî girêdayî bûn bi serdana vê dawiyê ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (Donald Trump) bo Rojhilata Navîn, û sedem û palder û encamên vê serdanê.

Vê dawiyê serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serdaneke girîng bo herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî jî bo her sê welatên Kendavê (Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter) encam da, ku peymanên mezin jê derketin. Gelo armancên serekî yên vê serdanê çi bûn?
Bi dîtina min, serdana serokê Amerîkayê (Donald Trump) bo herêma Rojhilata Navîn, çar armanc li pişt wê hebûn. Ya yekem girêdayî bû bi encamdana peymanên kirîna çekan li gel her yek ji welatên Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê, ango, misogerkirina dahateke berdewam bi rêya veberhênana van welatan di teknolojiya Amerîkî û pîşesaziya çekan de. Ya duyem, xwe-mezin kirin û xwe-dewlemendkirina Donald Trump bi rêya bidestxistina veberhênana welatên Kendavê di projeyên xanûberan yên Trump bi xwe de, yan jî bi rêya veguhestinên darayî ku şefafiyeteke zêde di nav xwe de nagirin. Xala sêyem, avakirin û pêkanîna hevpeymaniyeke çalak ji welatên Rojhilata Navîn bû ji bo çareserkirina pirsgirêka Îranê. Armanca çarem girêdayî ye bi afirandina rewşekê ji bo welatên herêma Kendavê, daku qebûl bikin ku Îsraîl beşeke zêdetir ji Zîvala Xezeyê û Kenara Rojava dagir bike.
Eger em werin ser wê yekê ku gelo heta çi radeyê vê serdanê kariye encaman bi dest bixe, wê demê diyar e ku gelek peyman hatin encamdan û, wek tê gotin, Donald Trump bi destên tijî vegeriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Loma, gelo dikare bê gotin ku ev serdan bi ser ket û tiştê ku Trump dixwest bi dest xist?
Tiştê ku ji Koşka Spî ve derbarê van peymanan de hate ragihandin, wê yekê nîşan dide ku serdana Donald Trump bo van welatan, di çarçoveya armanca yekem û duyem de bi ser ket, ku me di bersiva berê de amaje pê kiribû. Her çend hîn jî hinek guman di vî warî de hene. Ew bû ku Erebistana Siûdî çend girêbest bi bihayê 142 milyar dolarî di warê xerciyên nûkirina qada berevaniyê de li gel Amerîkayê îmze kirin, di demekê de welatê Qeterê bi bihayê 92 milyarî firokeyên bazirganî kirîn û welatê Îmaratê jî xwe bi çarçoveyeke veberhênanê bi bihayê 1.4 trîlyon dolarî pabend kir. Herwiha, Erebistana Siûdî soz da ku 600 milyar dolar veberhênanê di aboriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bike, û Qeterê jî soz da ku 1.2 trîlyon veberhênanê di aboriya Amerîkayê de bike. Li gorî ajansên nûçeyan jî, zêdegaviyek di ragihandina van veberhênanan de heye. Ew bû ku Bloombergê ragihand ku Erebistana Siûdî tenê xwe bi 300 milyar dolarî pabend kiriye, û Qeterê jî tenê bi bihayê 243.5 milyar dolarî girêbest îmze kirine. Çawa dibe bila bibe, tiştê ku ez dixwazim di vî warî de bibêjim ew e ku tevî ku ev girêbest xizmeta xwe-ecibandina Donald Trump dikin, lê di heman demê de derfetê didin van welatan ku bikevin nav wan warên pîşesazî yên ku ji bo şiyana berevaniya Amerîkayê di pêşerojê de girîng in, ku dikarin bi hêsanî ji bo hevrik û dijberên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê werin veguhestin. Ev bixwe di warê stratejîk de cihê metirsiyê ye, ku ev hikûmet bikevin nav aboriya Amerîkayê.
We behsa wê yekê kir ku beşek ji serdanê ji bo berjewendiyên taybet yên Donald Trump bi xwe bû. Gelo di vî warî de encam çi bû?
Tevî ku ne mumkin e ku bê zanîn gelo, yan çawa Donald Trump bi awayekî rasterast ji vê geştê sûd wergirtiye, ji ber ku wî firokeyeke rêwiyan bi bihayê 400 milyon dolarî ji bo bikaranîna fermî û (dibe ku ji bo bikaranîna xwe ya şexsî jî be, piştî terikandina desthilatê) wergirt. Herwiha, dibe ku pêşengên pîşesazî û teknolojiyê – yên ku ji dîplomasiya karsazî-awayî ya rêveberiya Donald Trump sûd wergirtin – xwe di rewşeke lawaz de nîşan bide û hewl bidin ku Trump di dawiya geştê de razî bikin.
Bi giştî ev serdan dê çi bandor û encaman li ser tevahiya pirsgirêkên herêmê bike? Gelo dê bibe sedem ku qeyran û aloziyan ber bi aramî û çareseriyê ve biçin?
Ez di wê baweriyê de me ku ew rêbaza ku rêveberiya serok Donald Trump li hember herêmê girtiye ber xwe, hêj ew encama pêwîst û girîng jê derneketiye. Mînak, yek ji mijarên girîng girêdayî ye bi gihîştina peymanekê li gel Îranê û asayîkirina têkiliyên wê li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Herwiha ew rewşa tijî aloziyê ya ku li Zîvala Xezeyê heye, di heman demê de pirsa sînordarkirina belavbûna Çînê bo nav herêmê. Ji ber vê yekê, zehmet e em tu encamekê bibînin ku ji me re bibêje hatina aştiyê li herêmê nêzîk e, yan jî rê li ber pêkhatina mebestên Çînê li herêmê hatiye girtin.
Gelek baş e, em ji bersiva we ya dawî dest pê bikin û vê pirsê bikin: Gelo ew rêbaza ku rêveberiya serok Trump girtiye ber xwe, çareseriyeke nû ye û dê di dawiyê de bibe sedem ku aştî û geşedan li herêma Rojhilata Navîn pêk were?
Dikare bê gotin ku rola Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li hember herêma Rojhilata Navîn rêbazeke karsazî-awayî û danûstandinê bûye, û ev yek jî bi piranî vedigere ser wê valahiya şaristanî ya ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên herêma Nîvgirava Erebî de heye, herwiha vedigere ser piştevaniya berdewam a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo Îsraîlê di dema şer û aştiyê de. Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter pişta xwe bi hebûna têkiliyeke ewlehiyê ya nêzîk li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê girê didin, bi taybetî bi berçavgirtina xwesteka Îranê ku bibe hêzeke herêmî ya serdest li Kendavê - ku ev xwestekek bû ku berê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brîtanyayê piştgirî lê dikirin, mebesta min di serdema desthilata Şah de ye, lê ev xwestek li Îrana piştî şoreşê jî berdewam e. Çawa dibe bila bibe, dibe ku yek ji aliyên gotara siyaseta derve ya rêveberiya Donald Trump (û dibe ku em bibêjin ku di warê pratîkî de jî pêk aniye) bandorê li ser başkirina rewşa ewlehiyê ya herêmê bike, bi taybetî ku Donald Trump bi xwe soz da, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî bîr û norman nake pêşengê siyasetên xwe, belkû tenê berjewendiyên xwe yên taybet li ber çavan digire. Wî tekezî li ser wê yekê kir ku «di van salên dawî de ku hejmareke zêde ya serokên Amerîkayê bi wê fikrê ve mijûl bûn ku bawer dikirin erka wan e ku li nav hundirê serokên biyanî binêrin û siyaseta Amerîkayê jî bikin amûrek ji bo pêkanîna dadperweriyê li hember wan gunehên ku kirine», û got jî: «Karê min parastina Amerîkayê ye û pêşxistina berjewendiyên wê yên bingehîn ên girêdayî warê aramî, xweşguzeranî û aştiyê ye». Ev rêbaz dê bibe sedema kêmkirina îhtîmala destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li vê herêma cîhanê, tenê ew dem nebe ku pêşhat û geşedan bi awayekî bin ku bibin gef û metirsî li ser asayîşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Her çend dibe ku gelek ji elîtên kevneşopî yên siyaseta derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dijber bin ji bo ku Amerîka erka demokrasiyê negire ser milên xwe, lê divê em wê yekê jî li ber çavan bigirin ku di vê rewşê de û ev stratejiya siyaseta derve dê bibe sedema kêmkirina îhtîmala destwerdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di siyaseta navxweyî ya wan dewletan de û kêmkirina hincet û sedemên encamdana operasyonên leşkerî ji aliyê Amerîkayê ve. Ev rêbaza karsazî-awayî û bêperde ya Trump li herêma Rojhilata Navîn bûye sedema rakirina tebeqeya fikrî ya siyaseta kevneşopî ya derve ya Amerîkayê li vê herêmê. Zehmetiya nirxandina vê rêbaza nû li Rojhilata Navîn di tevliheviya berjewendiyên taybet ên Trump bi xwe li gel berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê de, diyar dibe.

 

Gulan

Top