Dawî amara tûşbûn û mirinê bi Vayrosa Koronayê li Cîhanê
Dawî zanyarî, ku ji alîyê zanîngeha Conz Hopkenz a Emerîkî hatîye belavkirin û ev zanîngeh dûvçûnê bo belvbûna Vayrosa Koronayê li cîhanê dike, amaje bi wê yekê daye ku heya niha 201 hezar û 634 kes li seranserî cîhanê tûşbûne û ji evê hejmareyê 82 hezar û 30 kes bi temamî ji çêvebûne û 8 hezar û 7 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Her li gor wê amarê, Çîn bi tomarkirina 81 hezar û 102 haletên tûşbûnê û mirina 3 hezar û 241 kesn li pêşîya welatên cîhanê tê ji alîyê zîyan pêketinê bi sedema Vayrosa Koronayê. Îtaliya bi dûyem tê, ku heya niha 31 hezar û 506 haletên tûbûnê û 2 hezar û 503 haletên mirinê bi sedema Koronayê tomar kirîye. Sêyem welat jî, Îran tê, bi mirina 988 haletên mirinê û tûşbûna 16 hezar û 169 kesan. Îsapanya jî pileya çarem tê, mirina 559 kesan û tûşbûna 13 hezar û 716 kesan. Elmaniya jî bi mirina 26 kesan û tûşbûna 9 hezar û 877 kesan bi pileya pêncem tê.
Dûv re rêzbendî bi vî awayî ye:
Korya Başûr. 84 mirin, 8413 tûşbûn
Firansa 148 mirin, 7696 tûşbûn.
Emerîka: 114 mirin, 6496 tûşbûn.
Siwîsra: 27 mirin, 2700 tûşbûn.
Birîtaniya: 72 mirin, 961 tûşbûn.
Lîsta rêzbendîya welatên Erebî bi vî awayî ye:
Qeter: 442 haletên tûşbûnê hatîne tomarkirin bê ku ti kes can ji dest bide.
Behreyîn: 242 tûşbûn, 1 mirin.
Misir: 196 tûşbûn, 6 mirin.
Seûdîye: 171 tûşbûn, ti haletên mirinê nehatîne tomarkirin.
Îraq: 154 tûbûn, 11 mirin.
Kiwêt: 142 tûşbûn, ti kes nemirîye.
Lubnan: 133 tûşbûn, 3 mirin.
Îmarat 113 tûşbûn, ti haletên mirinê nehatîne tomarkirin.
Hevdem li Rûsya jî hejmara tûşbûyan gehiştîye 147 kesan û ti haletên mirinê nehatye tomarkirin.
Amar amaje bi wê yekê dikin ku berî sê rojan, hejara tûşbûyan gehiştibû derdorê 150 hezar haletan, lê di van sê rojên dawîyê 50 hezar haletên nû yên tûşbûnê hatin tomarkirin. Piştî belavbûna Vayrosa Korona li welatên Ewrûpa teşenekirina û belavbûna wê bi leztir û zêdetir bûye û kontirolkirina wê bûye kareke giran.
K24
