• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ragehandineka duh ya Wezareta Tenduristîyê

Gulan Media March 19, 2020 Nûçe
Ragehandineka duh ya Wezareta Tenduristîyê
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 22 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir û ragehand ku li bajarê Silêmanîyê haleteka dinb tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîye tomarkirin.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 22



Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîyê berdewam in li ser vedîtin û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê û bi evê yekê jî:

Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4420 hevwelatî bûn e, li 35 cihên cuda, ku di niha de tenê 1743 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2677 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe; piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka din ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya wan 62 hevwelatî bûn.
Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 152 pişkinîn hatin encamdan, 51 li bajarê Hewlêrê, 61 li Silêmanîyê û 40 li Dihok. Di encam de 1 tûşbûyê nû li bajarê Silêmanîyê hate tomarkirin, ku zaroyeka 5 salîye û berkevtî ya tûşbûyeka duhîye.
Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 39 halet in, di nav evê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 13 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê



18/Adar/ 2020

K24
Top