• Tuesday, 10 February 2026
logo

El Zurfî: Pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
El Zurfî: Pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin
Kandîdê bi pêkanîna hikûmeta nû ya Bexdayê hatiye raspardin, yekem peyama xwe belav kir û soza çareserkirina pirsgirêkên Iraqê dide.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih duhî Parêzgarê berê yê Necefê Ednan El Zurfî bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê raspardibû.

Ednan El Zurfî di peyama xwe de ragihand, raspardina wî bo postê Serokwezîrtiya Iraqê, berpirsatiyeke dîrokî ye û ew hemû karînên xwe dixe xizmeta gelê Iraqê.

Ragihand jîm ew dixwaze hikûmetekê bi beşdariya hemû pêkhateyan û dûrî pişkepişkîneya partîtî pêk bîne.

Raspardeyê bi pêkanîna hikûmetê diyar dike, ew bi ti awayekî qebûl nake aliyên siyasî kandîdên partiyan li ser wî bisepînin.

Ednan El Zurfî tekez dike jî, ew pirsgirêkan bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin û hevkariya Pêşmerge dike.

Raspardeyê bi pêkanîna hikûmetê sozê jî dide, dê lêkolînê di pirsa kuştina xwepêşanderan de jî bike.


Top