• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ursula Von der Leyen: Almanya dikare heta payîzê dermanê Koronayê bibîne

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
Ursula Von der Leyen: Almanya  dikare heta payîzê dermanê Koronayê bibîne
Seroka Komîsyona Ewupayê Ursula Von der Leyen dîyar kir ku kompanîyeke dermanan ya Almanya dikare heta payîzê perpûna vîrusa Koronayê çêke.

Ursula Von der Leyen da zanîn ku xebatên kompanîya CureVac, ku ji Yekîtîya Ewrupa (YE) 80 mîlyon euro alîkarî sitandîye, geşbînîyê çêdikin.

Hin pisporên saxlemîyê dibêjin ku derzîyên vîrusa Korona wê ji salekê heta 18 mehan çêbin, lê Xanim Von der Leyen got ku CureVac dibe ku hîn zûtir dermanê wê vîrusê bibîne.

Medya navneteweyî ragihandibû ku Serokê Amerîka Donald Trump hewil dide kompanîya CureVac bikire, lê berpirsên wê gotibûn ku ew nûçe derew in.

Wezareta Berevanî ya Amerîka jî dîyar kiribû ku berovajî daxuyanîyên kompanîyên taybet, perpûna vîrusa korona wê ji salekê heta 18 mehan were çêkirin.

Basnews
Top