4 aliyên bihêz ên şîe serokkomar bi binpê kirina destûrê tometbar dikin
Bi beyanameyekî Hevpeymaniya Fetih, Dewleta Yasa, Eqda Wetenî û Nehc Wetenî dijatiya xwe bo erkdar kirina Ednan Zurfî ya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ragehandin.
Di beyanameya xwe de wan çar aliyan serokkomarê Iraqê Berhem Salih bi binpê kirina destûrê tometbar kirin, ji ber namzedê kutleya parlamentoyê bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê erkdar nekiriye.
Wan çar aliyan amaje bi wê yekê jî kiriye ku nîgeranin ji serokkomar, ku parêzvanê destûra welate, lê bi aşkerayî binpê kirina destûrê pêkanî ye û li gor wan erkdar kirina Ednan Zurfî aştiya civakî têkdide û yekgirtina pêkhateyên Iraqê dê bixe metirsiyê.
- Hevpeymaniya Fetih Hevpeymaniya milîsên Heşdî Şeibî ye li Parlamentoyê û ji aliyê Hadî Amrî ve serokatiya wê tê kirin.
- Hevpeymaniya Dewleta Yasa, ji aliyê Nûrî Malikî ve serokatiya wê tê kirin.
- Kutleya Eqda Wetenî, Ji aliyê Falh Feyaz ve serokatiya wê tê kirin.
- Kutleya Nehcî Wetenî, ser bi Partiya Fezîle ya Îslamî ye.
Berî wê jî milîsên Esayib Ehl El Heq, kutleya Bedir û Kutleya Sadîqun dijatiya xwe bo erkdar kirina Ednan Zurfî ragehandibûn.
Basnews
