Berpirsekî Sûrî: Tirkiye nikare rêkeftina Idlibê bicih bike
Parêzgarê Idlibê yê karbirêker Mihemed Fadî Sedûn di konfernaseke rojnamevanî de ragihand, yan bi gotina Tirkiyê terorist astengiyan datînin pêş rêkeftina Rûsî – Tirkî ya derbarê Idlibê de, yan Tirkiye nikare wê rêkeftinê bicih bike.
Wî berpirsî Sûrî got: “Heger Tirkiye ku (gerentîkarê teroristan e) nikare rêkfeftinê bicih bike, bila wê yekê ji artêşa Sûriyê re bihêle, ta bi bijardeya serbazî rêkeftinê bicih bike”.
Amaje bi wê jî da, grûpên terorist ji bo rêgiriyê li gerên çavdêriyê li ser riya navdewletî M4 bikin û bicihkirina rêkeftinê asteng bikin, xelkê sivîl wek mertalên mirovî bikar tînin.
Li ser pêşeroja rêkeftinê û rewşa Idlibê wî berpirsê Sûrî got: Aliyê Rûsî moletek daye Tirkiye heta rêkeftinê bicih bike, artêşa Sûriyê jî li benda bidawîbûna wê moletê ye. Dibînim ku pirs ber bi çareseriya serbazî ve dice.
Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê roja 15ê vê mehê di daxuyaniyekê de ragihand, yekem gera çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Tirkî li ser riya navdewletî M4 li Idlibê hat encamdan, lê bi sedema astengiyên grûpên terorist, ku xelk derxistin sere rê, ger nîvco hat bidawîkirin.
K24
