Diyale…Herifîna xaniyekî bû sedema mirina 5 kesan ji yek malbatê
Berdevkê polîsê Diyale Nîhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro ber bi sibehê ve xaniyekî ku ji axê ango ji heriyê hatiye çêkirin, li sînorê bajarê Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyale ji ber barîna barana tund li ser wê malbatê de hate xwar.’’
Herwaha got: ‘’Mixabin 5 kes ji malbatekî jiyana xwe ji dest dan û 2 zarok bi zehmetî hatin rizgar kirin.’’
Navborî got, ew du zarokên hatine rizgar kirin birine nexwaşxaneyê.
Basnews
