• Tuesday, 10 February 2026
logo

Yekgirtû: Kî bibe serokewzîrê Iraqê divê daxwaziyên kurdan qebûl bike

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Yekgirtû: Kî bibe serokewzîrê Iraqê divê daxwaziyên kurdan qebûl bike
Serokê firkasyona Yekgirtû li parlementoya Iraqê dibêje, kî bibe serokwezîrê Iraqê lazim e bûdceya Herêma Kurdistanê bide.

Parlementerê kurd û serokê firaksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li parlementoya Iraqê, Cemal Koçer ji BasNewsê re got, her gava serokwezîrê nû yê Iraqê Ednan Zurfî bi me re hevdîtin bike emê dîsa wan merc û daxwaziyên ku me beriya niha ragihandibû, jê re bêjin.

Cemal Koçer her wiha got, merc û daxwaziyên me nehatine guhertin û mîna xwe ne. Ji ber wê jî kî dibe serokwezîr divê statûya Herêma Kurdistanê qebûl bike, şirîkatiya Herêma Kurdistanê di hikûmetê de qebûl bike û bûdceya Herêma Kurdistanê bişîne û soza bicîhanîna rêkeftinên Hewlêr û Bexdayê û madeya 140 ya Destûra Iraqê jî bide.

Serokê firaksyona Yekgirtû da zanîn, serokên firaksyonên Kurdistanî dê li ser pêkanîna hikûmeta Iraqê bicivn û got, dibe ku em wê civîna xwe ji ber tedbîrên li hember belavbûna nexweşiya Koronayê bi awayekî online bikin.

Basnews
Top