• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê.. haleteka din a tûşbnê hate tomarkirin

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
Ragehandina evro ya Wezareta Tenduristîyê.. haleteka din a tûşbnê hate tomarkirin
Wezareta Tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandina hejmare 21 derbarê amarên tûşbûnên Vayrosa Korona û korentînekirîyên Herêma Kurdstanê bo 24 demjimêrên burînî, belav kir û ragehand ku li bajarê Silêmanîyê haleteka dinb tûşbûnê bi Vayrosa Koronayê hatîye tomarkirin.

Deqa ragehandina wezaretê:

Ragehandina wezareta Tenduristîyê

Hejmare 21



Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya nû COVID-19 li Herêma Kurdistanê, tîmên tenduristîy berdewam in li gerîyan û pişiknîna gumalêkirîyên helgirên evê vayrosê û bi evê yekî jî:

Hejmara hevwelatîyên di Korentînan de bûn 4358 hevwelatî bûne li 35 cihên cuda ku di niha de tenê 1718 hevwelatî di korentîneyê de mane û 2640 hevwelatî derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî temambûna dema dû heftîyan. Li gel korentînekirina hejmareka dî ku evro hatine korentînekirin, ku tevaya wan 93 hevwelatî bûn, ku ji evê hejmareyê 22 li Hewlêrê, 57 li Silêmanîyê, 5 li Dihokê, 9 li Helebce.
Di dema 24 demjimêrên bûrî de, 156 pişkinîn hatin encamdan, 80 li bajarê Hewlêrê, 62 li Silêmanîyê û 14 li Dihok. Di encam de 1 tûşbûyê nû li bajarê Silêmanîyê hatin tomarkirin, ku jineka temen 27 salîye û hevala tûşbûyeka dûhîye.
Di niha de hejmara tevaya helgirên Vayrosa Korona ya nû COVID- 19 li Herêma Kurdistanê 38 halet in, di nav evê hejmareyê de, 1 haletê mirinê heye û 9 nexweş bi temamî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkîne.
Tevî destxweşîyê bo wezareta navxwe û supas bo pabendbûna hevwelatîyan ku evro li mal man. Carek dî tika dikîn pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê û li malên xwe bimînin û neçin derve daku berketîyên kesên din nebin û di dema pêwîst de,peywendîyê bikin bi hêla germa 122 di dema pêwîst de.

Wezareta tenduristîya Herêma Kurdistanê



17/Adar/ 2020
Top