• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser derbarê leşkeriya neçar de biryarek nû da

Gulan Media March 18, 2020 Nûçe
Rêveberiya Xweser derbarê leşkeriya neçar de biryarek nû da
Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di derbarê leşkeriyê de rênimayên nû belav kirin û li gor biryara nû, xortên wê perçeya Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dimînin, dikarin bi 400 dolaran leşkeriyê paşbixin.

Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û li bakur û rojhilatê Sûriyê mafê paşxistinê ji kesên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dijîn re derxist.

Li gor biryar nû ew xortên ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê dimînin, eger bixwazin dikarin leşkeriya xwe salekê bi 400 dolar paş bixin.

Ev biryar pêştir tenê ji bo wan xortan bû ku li Ewropa diman.

Li gor rênimayên Rêveberiya Xweser kesên ku piştî 1990 ji dayîk bûne neçarin biçin leşkeriyê.

Rudaw
Top