Efrîn.. Du ji dagîrkirin, zordarî û derbideriyê
Di 20ê Çileya 2018an de, piştî vekişîna hêzên Rûsî ji Efrînê û bêdengiya civaka navdewletî, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar dikin, dest bi êrîşa ser herêma Efrînê kirin. Artêşa Tirkiyê bi firokeyên şer, helicopter, tank û zirîpoşan êrîş kir.
Êrîş, kuştin û derbiderî
Artêşa Tirkiyê bi top, bombe û mûşekan, Efrîn û gund û navçeyên wê, Raco, Şiyê, Bilbilê, Şera, Cindirêsê, Mabeta û Şêrewa topbaran û bombebaran kirin û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di bin fermana artêşa Tirkiyê de dest bi êrîşa bejahî kirin.
Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxaneya Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.
Ji ber êrîşê li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 386 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn, ji nava wan 55 zarok bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn.
zêdetir ji 350 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbider bûn, beşek mezin ji wan li gundên di navbera Efrîn û Helebê de man û beşek di jî li heman deverê di kampan de hatin bicihkirin.
Piştî şerê 58 rojan artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 18ê Adara 2018an de derbasî bajarê Efrînê bûn û dagîr kirin û dest bi girtin, revandin welatiyan, dizî û talana mal, avahiyên fermî, dikan û samanên welatiyên sivîl kirin.
Du sal ji revandin û eşkencedana welatiyan û teqînan
Ji roja 18ê Adara 2018 ve, welatiyên Efrînê di metirsî û di bin gefê de dijîn. Bi tometên cuda û mebesta standina pereyan ji malbatên Efrînî, bi hezara xort û keçên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin û tên revandin û rastî eşkenceyan tên. Li gor rêxistinên mafên mirovan jî, zêdetir ji 50 welatiyên Efrînê di bin eşkence de û bi guleyên rasterast ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.
Bi armanca welatiyên Efrînê bitirsînin û wan neçar bikin ku ji cih û warên xwe koçber bibin, di van 2 salan de bi dehan bombe, mîn û otombîl di nava bajarê Efrînê de hatin teqandin û bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Guhartina demografî û têkdana nasnameya Kurdî
Ji roja dagîrkirina Efrînê ve, bi hezaran Erebên Xûtayê û navçeyên cuda ên Sûriyê bi alîkariya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve derbasî Efrînê bûn û destên xwe danîn ser mal û milkên xelkê û tê de hatin bicihkirin.
Li Herêma Efrîn ku nêzîkî milyonek kes dijiyan û ji wan ji sedî 95 xelkê Kurd bûn, ji bo guhartina nasnameya Kurdîbûna Efrînê, bi hezaran koçber û çekdarên navçeyên cuda ên Sûriyê û bi taybet Xûtaya Şamê, Humis û Helebê ku li gor rêkeftina di navbera çekdarên opozîsyonê û rêjîma Sûriyê û bi serperiştiya Rûsyayê ji navçeyên xwe derketin û li gor wan rêkeftinan biryar bûn bo Idlibê bêne veguhastin, lê artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên li Efrînê ew li Efrînê li şûna Kurdê derbider bicih kirin.
Ji ber êrîşa vê dawiyê ya artêşa Sûriyê ser parêzgeha Idlibê jî, bi dehhezaran malbatên Idlibî li Efrîn û gundên wê di malên Kurdan de tên bicihkirin.
Ji bilî ku gelek şûnwarên Efrînê rastî bombebaran û topbarana artêşa Tirkiyê hat û wêran bûn, wek girê dîrokî Eyn Dara û bi dehan şûnwarên li çiyayê Lêlûn li navçey Şêrewa. Grûpên çekdar di van 2 salan de jî, bi mebesta lêgerîna li zêr û entîkeyan, piraniya gir û şûnwarên dîrokî, gor û mezargehên pîroz li Efrînê dikolin û têk didin û taybet cihên pîroz ên Kurdên Êzidî û Elewî.
Li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grûpên çekdar li pêş çavên leşkerên Tirkiyê zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.
Siyaseta birçîkirinê li ser Efrîniyan tê meşandin
Çekdar û koçberên li Efrînê bicih bûne, ji bilî ku bi hezaran darên Efrîniyan birîn û hilkirin û wek êzing difiroşin, destên xwe danîn ser bi sed hezaran darên zeytûnan û zeviyên xelkê û berhemên çandiyên yên gundî û cotkaran tên dizîn. Herwiha bacên cuda û cuda li ser Efrîniyan disepînin.
Gelek rêxistinên û parlemanterên Ewropî, Tirkiyê tometbar dikin ku zeyta zeytûnan ji Efrînê didizin û wê wek ku berhemeke Tirkî li bazara Yekîtiya Ewropayê difiroşin û bi buhaya wê zeytê mîlîşyayên çekdar ên Sûrî yê di bin siya Enqerê de ne biçek dike.
Tawanên li Efrînê dibin, tawanên şer û qirkirina etnîkî ne
Li gor rêxistinên yasayî û mafên mirovan, binpêkirin û kiryarên li Efrînê dibin ên wekî kuştin û revandina welatiyan, dizî û talan, aramnckirina jêrxaneya Efrînê û koçkirina welatiyan, li gor yasa, rêkeftin û peymanên navdewletî digihin asta tawanên şer û tawanên qirkirina bikomî. Tevî ku rêxistinên navdewletî yên wek Human Rights Watch, Rêxistina Lêborîna Navdewletî û rêxistinên yasayî yên Kurdî gelek dosye û belgeyên van tawanan gihandin Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî û şaxên wê, lê aliyên navdewletî, navedên biryardanê li cîhanê û Netewên Yekgirtî li hember van tawanên li Efrînê tê kirin, bêdeng e.
Piştî du salan ji dagîrkirinê û xistina Efrînê ji aliyê îdarî ve ser bi wîlayeta Hatay ya Tirkiyê ve û erkdarkirina waliyekî jê re, heta niha hîna pêwîstiyên sereke ên jiyanê li Efrînê nehatine dabînkirin, av û kehrebe dabîn nebûye, rê û avahî nehatine çakirin, proseya xwendiyên lawaz e, nexweşxane nikarin çareseriya bijîşkî ji nexweşên re pêşkêş bikin û nexweşên Efrînê neçar dibin bi riyên qaçax derbasî Tirkiyê bibin û li wir xwe derman bikin, tevgera kar û bazarê rawestiya ye.
K24
