The Guardian: Li Brîtanyayê sedî 80 xelk dê ber vîrusa korona bikeve
Guardian dibêje ku ew xwe gihandiye dosyayeka ku ji aliyê PHE (Unîte ya Saxlemiya Giştî)yê de hatiye amadekirin ku dosyayê bo agahdarkirina rêvebiriya Sîstema Saxlemî ya Netewî (NHS) bi dizî amade kiriye. Dosya baweriya Wezareta Saxlemiyê ya Brîtanyayê tîne ziman. Li gor dosyayê; dibe ku belavbûna vîrusê 12 meh dewam bike. Nexweşxaneyên NHSê ji niha de qelebalix bûne û wê îdara wan gelek zahmet be.
Li gor rêjeyên di dosyayê de; eger weha dewam bike, wê li dora 7.9 mîlyon kesî di nexweşxaneyan de razînin ku ev jî dike %15 ê wan. Belge ya ku hatiye amadekirin, bo temamê rêvebirên nexweşxaneyan hatiye şandin.
Basnews
