• Tuesday, 10 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Xwedê jêrazî Heme Rezayê Sergelûyî

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Xwedê jêrazî Heme Rezayê Sergelûyî
Serok Barzanî peyameka serexweşîyê arasteya malbat û kesûkarên Heme Rezayê Sergelûyî kir, ku yek ji Pêşmergeyên kevnarên Kurdisstanê bû û evro li Vîyena koça dawîyê kir.

Ev jî deqa peyamêye:



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata rêzdar Heme ‌Reza Sergelûyî

Mixabin nûçeya koça dawî ya heval û kadîrê kedkar û kesayetiyê niştimanperwer û dilsozê rêbaza Barzanî, Xwedê jêrazî Heme‌ Rezayê Sergelûyî gihîşt me.

Xwedê jêrazî dilsozê rêbaza Kurdayetiyê bû û li rojên dijwar da helwestên camêrane û roleke qehremanane hebû û heta nefesa dawî ya jiyana xwe dilsozê gel û welatê xwe bû.

Pirse û serxweşiya xwe bi malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukarên we radigihînim û beşdarê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Kake Heme Reza bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (انا للە وانا الیە رجعون).



Mesûd Barzanî
16.03.2020
Top