Serok Barzanî peyameka sersaxiyê bo Meryem Qazî belav kir
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Ji bo malbata rêzdar Pêşewa Qazî Mihemed
Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Meryem Xanim a Qazî, keça Pêşewayê Nemir û hevjîna birêz Serdar Begê Caf gihîşt me.
Bi vê helkefta xemgîn da pirse û serixweşiyên xwe bi we yên birêz û malbata we ya têkoşer û hemû xizm û kesukar û xelkê niştimanperwerê bajarê Mehabadê radigihînim û beşdarê xema we me.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyana Meryem xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Basnews
