• Tuesday, 10 February 2026
logo

Tirkiye- 29 haletên nû yên Koronayê hatine tomarkirin

Gulan Media March 17, 2020 Nûçe
Tirkiye- 29 haletên nû yên Koronayê hatine tomarkirin
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fahrettin Koca aşkere kir di encama pişkinên dawî de 29 kesên din jî li Tirkiyê bi Koronayê ketine û hejmara haletên Koronayê li Tirkiyê bûye 47 kes.

Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser twitterê Fahrettin Koca da zanîn 29 haletên din ê Koronayê li Tirkiyê hatine tomarkirin û jimareya tûşbûyian bûye 47 kes. Herwıha Koca aşkere ji kır ew kesên tûşî Koronayê bûne ji Amerîka, Rojhilata Navîn û Ewropayê vegeriya bûn Tirkiyê de peyda bûye û wan kesan ew nexweşî li derdora xwe belavkirine.

Yekem haleta nexweşiya Koronayê di 11ê Adarê de hatibû tomarkirin û di nava çend rojan da ew rêje gelekî berz dibe.

Basnews
Top