Profesor Bruce Hoffman ji Gulanê re: Pêşmerge hevalbendekî hêja yê Amerîkayê ye
Profesor Bruce Hoffman ji Gulanê re: Pêşmerge hevalbendekî hêja yê Amerîkayê ye
Profesor Bruce Hoffman, ev nêzîkî pênc dehsalan e ku li ser terorîzmê lêkolînan dike. Niha Rêveberê Lêkolînên Ewlekariyê ye li Zanîngeha George Townê, her wiha profesorê rûmetê ye li Zanîngeha St. Andrewsê di warê lêkolînên girêdayî terorê de. Gulanê hevpeyvînek pê re kir, ku mijarên wê yên serekî girêdayî terorîzmê û gefên wê li herêma Rojhilata Navîn û çawaniya rûbirûbûna wê û îhtimala ji nû ve serhildana wê û çend babetên din ên pêwendîdar bûn.
Destpêkê em dixwazin bipirsin, hûn çawa li geşedana gefa terorê li herêma Rojhilata Navîn dinêrin, bi taybetî piştî ku DAIŞ hat şikandin û ew erdên ku di bin destê wê de bûn, hatin rizgarkirin? Mebesta me ew e, gelo niha hûn vê gefê çawa dinirxînin?
Rewşeke nearamî û nediyarî serwer e. Wek mînak, Hamas û Hizbullah, bi radeyeke mezin hatine lawazkirin, serokên wan ên ku salek berê hebûn, hatine kuştin, çavkaniyên wan ên madî yên ku bi wan şerê xwe didomandin, bi ast û pîvaneke mezin hatine têkbirin. Herdu kom ketine ber pirsgirêkên mezin. Lêbelê, tevî vê yekê jî, ew ne amade ne ku bikevin sergoyê dîrokê. Çawa ku Troçkî di sala 1917an de derbarê Menşevîkan de gotibû, ne ku em li benda teslîmbûna wan bin, ev jî eşkere dike ka têkbirina komên terorîst û rûbirûbûna wan di pêşerojê de çiqas dijwar e. Di van demên dawî de jî Hûsiyên li Yemenê rastî çend bertekên leşkerî yên cidî hatin, li hember hewldanên wan ji bo girtina Deryaya Sor li pêşiya keştîvaniya navneteweyî, lê ew hîn jî li ber xwe didin û teslîm nebûne. Hîn jî ew mîlîsên Iraqê yên ku Îran piştgiriya wan dike, xwedî bandoreke mezin in li welêt, DAIŞ jî li rojavayê Iraqê û hin beşên Sûriyê çalak e. Çend sal berê, DAIŞ nikarîbû li derveyî Efxanistanê hêza xwe xurt bike, niha bûye gefeke navneteweyî û xwedî fermandariya xwe ye û bûye çavkaniya îlhama pêkanîna çend êrîşan ji aliyê hin kesên takekesî ve li Îran, Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê di heyama 18 mehên borî de. Di dawiyê de, divê em vê yekê jî li ber çavan bigirin ku paşeroja rêveberiya Mihemed Elcolanî û Heyet Tehrîr Elşam nediyar e. Êrîşên vê dawiyê yên li ser Durziyên Sûriyê û armanckirina pêşwext a hêzên Xiristiyan û Kurd, çavkaniya gumanê ne derbarê pabendbûna rejîma Sûriyê bi piralî, mafên kêmaniyan, û demokrasiyê ve. Çi dibe bila bibe, razîbûna Serok Donald Trump ji bo rakirina cezayên li ser Sûriyê, kêşeyek ji Elcolanî re çêkiriye, da ku piştrastiyê bide derbarê pabendbûna xwe bi nermrewî û piralîbûnê ve.
Li gorî ezmûna we, gelo herêmeke wekî Herêma Kurdistana Iraqê, di warê rêgirtina li ji nû ve serhildana komên tundrew de, rûbirûyî çi kêşeyên taybet bûye?
Berî her tiştî, serhişkiya DAIŞê û dijminatiya wê ya herdemî ji bo gelê Kurd ê wêrek. Her wiha gefên duyemîn û curbecur ên din û nediyarî hene ku ji rejîma nû ya Sûriyê derdikevin. Her wiha, bi awayekî kevneşopî, rejîmên Iraq, Îran û Tirkiyê jî li hember Kurdan [dijmin in/gefin]. Wekî ku yek ji welatparêzên mezin û bavên damezrînerên Amerîkayê, Thomas Jefferson, dibêje, "Xwedê azadî bi wî şertî daye mirovan, ku her tim hişyar û çavvekirî bin." Divê Kurdistana Iraqê jî bi heman awayî çavvekirî û hişyar be ji bo parastina wê azadî û xwerêveberiya ku heye û ji bo parastina mafên welatiyên xwe.
Wekî ku diyar e, Amerîkayê bala xwe ji rûbirûbûna terorîzmê guhertiye ser rikberiya hêzên mezin. Gelo ev yek dê heta çi radeyê bandorê li ser bersivdana terorîzmê li Rojhilata Navîn bike?
Werin em li ser kampanyayên hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê di sala 2020an de bifikirin. Wê demê yek mijarek hebû ku Serok Trump û Joe Biden li serê hemfikir bûn, ew jî "bidawîkirina şerên bêdawî" bû, ku ev tê wateya kêmkirina balê li ser rûbirûbûna terorîzmê û zêdekirina giranîdayînê li ser rikberiya hêzên mezin. Demekê DAIŞ gefeke herêmî bû, niha bûye gefeke cîhanî. Êrîşên 7ê Cotmeha 2023an li dijî Îsraîlê û hewldanên Îsraîlê ji bo jinavbirina Hemasê, kêşeyek ji wê fikrê re çêkiriye ku bawer dike ku di sedsala 21an de dikare rê li ber terorîstan were girtin. Ji ber ku gefa terorîzmê ne tenê nemaye, belkî zêde bûye. Çi dibe bila bibe, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û çend welatên din, serkeftina xwe di şerê dijî terorê de ragihandin, lê wan fêm nekir ku terorîzm gefeke metirsîdar û cidî ye hem li ser herêma Rojhilata Navîn û hem jî li ser tevahiya cîhanê.
Nirxandina we ji bo performansa hêzên herêmî, wekî hêzên Pêşmerge, li gorî artêşên niştimanî di warê bandora wan de di rûbirûbûna terorîzmê de çi ye?
Pêşmerge li ser asta cîhanê bûye çavkaniya îlhama, ji ber şiyana xwe ya bêhempa ya şerkirinê û ji ber îrade û rola berbiçav a jinên şervanên xwe, her wiha ji ber fedakariya xwe ji bo parastin û parastina gelê Kurd. Pêşmerge hevalbendekî pir hêja yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û wan welatên din e ku dijî terorê ne.
Gelo îhtimal heye ku di pêşerojeke nêzîk de kîjan cureyên teknolojiyê, wekî firokeyên bêmirov (dron), zîrekiya çêkirî, an şerê elektronîk, ji aliyê rêxistinên terorîst ve werin bikaranîn?
Êrîşên komî yên wekî yên ku di 7ê Cotmeha 2023an de qewimîn, ku tê de teknolojiya wekî firokeyên bêmirov (dron), ligel zîrekiya çêkirî ji bo destnîşankirina armancan û ji bo çavdêrîkirin û xwe dûrxistina ji xetên parastinê hatin bikaranîn, ev jî dibe sedem ku terorîst bikaribin li ser her sê aliyên erdnîgarî (asmanî, avî û bejayî) kar bikin, bi vî rengî dikarin ji dûr ve êrîşan pêk bînin (dûrahiya 1200 mîl ku firokeyên bêmirov ên Îranê dikarin bifirin û Hûsiyan di sala 2022an de ji bo êrîşa li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaî bikar anîn). Ev hemû delîl in li ser wê şiyanê ku terorîst niha xwediyê wê ne ku çekên dûravêj, wekî firokeyên bêmirov, bikar tînin.
Nearamiya siyasî, rewşa aborî ya xirab û pirsgirêkên rêveberiyê çawa zemînê ji bo serhildana tevgerên terorîst li herêmê xweş dikin?
Ez bawer dikim ku ew sê mijarên ku we di pirsa xwe de behs kirin, ew oksîjena ku terorîst pê bêhnê distînin û belav dibin, diafirînin.
Gelo divê serokên Kurd, Iraq û herêmê jî çi stratejiyê bişopînin ji bo rûbirûbûna gefa terorîzmê?
Min berê behsa gotina Thomas Jefferson kir. Divê her tim bi hişyarî binêrin, divê ewlehiya xwe nedin destê kesî, ji bilî xwe û hevalbendên xwe yên pêbawer.
Li ser bingeha lêkolînên ku we kirine, gelo şaşiyên herî berbelav çi bûn ku hikûmetan di hewldanên xwe yên ji bo rûbirûbûna terorîzmê de kirine? Gelo dikare di vê rewşa dijwar a Rojhilata Navîn de tiştek were kirin ku ev şaşî dubare nebin?
Ragihandina bilez a serkeftinê li ser terorîstan û tênegihîştina ku terorîst - bi taybetî yên ku cilê olî li xwe kirine û niyeta wan tune ku çekên xwe deynin, bêyî ku li ber çavan bê girtin ka ew ji aliyê leşkerî ve çiqas lawaz in, an jî heta eger têk çûbin jî. Ez bawer dikim heta ku îdeolojî û ramanên wan berdewam bin û dengvedana wan hebe, her wiha heta ku bikaribin mirovan bikişînin cem xwe û çavkaniyên darayî di destê wan de bin, wê demê terorîst dê berdewam bin, hetta di wan demên ku xuya dike rewş aram e jî, ji ber ku di van deman de ew çavkaniyên xwe kom dikin û rêzên xwe ji bo pêkanîna kiryarên xwe ji nû ve birêxistin dikin. Wek mînak, Hizbullah çar deh sal berê ava bû, Tevgera Hemasê jî hema hema di heman demê de ava bû, Elqaîde jî nêzîkî çil sal berê derket holê. Yek ji wan jî xwe teslîm nekiriye, ne ku dev ji qada şer berdin. Ev tevî wan derbên cidî yên ku li wan ketin. Ji ber ku terorîst bawer dikin ku erkeke îlahî li ser milê wan e, ne erkeke mirovî, ku bikaribin wê rawestînin û dev jê berdin. Ji ber vê yekê, bersiv ew e ku divê terorîzm û gefa terorîzmê wekî gefeke berdewam û demdirêj were dîtin, da ku bi awayekî bi bandor were birêvebirin û bersivandin.
Gulan
