Di 2 salên dawîn de li Efrînê çi qewimîn?
Êrîşa Tirkiyê, ya bi navê “Operasyona Şaxê Zeytûnê”, 20ê Çileya 2018an li dijî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, hate destpêkirin.
Piştî şer û pevçûnên 58 rojan, li dijî YPGê, roja 18ê Adara 2018an Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, derbasî bajarê Efrînê bûn.
24ê Adara 2018an bi kontrolkirina hemû navçeyên Herêma Efrînê, ji aliyê Artêşa Tirkiyê û çekdaran ve, ew operasyon bidawî bû.
Di encama wê êrîşê de, ji 800 hezar xelkê resen ên Kurdên Efrînê, bêhtirî 350 hezar kes ji wê herêmê koçber û derbider bûn û bi sedan kesên Kurd hatin girtin, revandin, îşkencekirin, birîndarkirin û kuştin. Herwiha guhertina demografiya herêmê jî dest pê kir.
Ji wê hejmara koçberan nêzîkî 50 hezar kes vegeriyan, lê ji ber muamela çekdaran û hêzên Tirkiyê ya xerab, hejmareke mezin ji xelkê careke din koçber bûn.
Li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, rêjeya kesên Kurd ên Efrînî, ku li nav malên xwe man, kêmtirî %30 bû.
Welatiyên Kurd ên Herêma Efrînê, ji ber wê êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar, li navçeyên derdora herêma xwe koçber bûn, bi taybetî, li navçeyên Şehba û Til Refhet û 12 gundên ser bi Efrînê ve, li derdora Nubul û Zehra û Şêrawa, yanî Çiyayê Lîlonê û li kampên Serdem, Fafîn, Berxwedan, Şehba, Efrîn û çend kamp û deverên din ên cuda bicih bûn û heta niha li wê derê di rewşeke zehmet û nexweş de dijîn.
Piştî vegera beşekî ji koberên Efrînê, ji nav kampên koçberiyê bêhtir ji 100 hezar koçberên Efrînê li wan navçeyan mane û nikarin vegerin cih û warên xwe. Beşek jî li navçeyên Tirkiyê mane.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihandiye ku, di encama guhertina demografiya herêmê de, li ser destê Tirkiyê, nêzîkî 200 hezar kesên hawirdekirî li nav mal û milkên Kurdên Efrînê, hatine bicihkirin, herwiha çekdarên ser bi Tirkiyê dest danîne ser mal, xanûber û darên xelkê.
Hejmara Kurdên Efrînê ku li ser destên hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar, ji sala 2018an ve hatine girtin, gihiştiye 2 hezar û 500 kesan.
Kesên ku di bin îşkencê de hatine kuştin, hejmara wan gihiştiye 55 kesan.
Li gorî zanyariyên taybet ji Efrînê, hejmara kesên ku ji ber êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar, canên xwe jidest dane, yan jî bê ser û şûn û windayî mane, gihiştiye derdora 5 hezar kesî. Rêveberiya Xweser jî dibêje hejmara wan derdora 3 hezar kes e.
Bi deh hezaran darên zeytûn, henar û mêweyan an hatine birrîn, an jî çekdaran dest danîne ser, êdî ziyaneke mezin gihiştiye welatiyên sivîl ên wê herêmê, ew neheqî heta niha jî berdewam dike.
Rudaw
