Îran: 192 kes ji ber bikaranîna Metanolê canê xwe ji dest dan
Di rojên bihorî de li gelek bajarên Îranê hin raport hatibûn belavkirin ku amaje bi wê yekê dikir, bi sedema bikaranîn û vexwarina alkola pîşesaziyê gelek kes rakirine nexweşxaneyê, ku hejmarek ji wan kesan canê xwe ji dest dane.
Berpirsên tendirustiya Îranê ragihandine, ku wan kesan ji tirsa tûşbûna bi vîrusa Koronayê û ji bo ku tûşî vê vîrusê nebin, alkola pîşesaziyê anku Metanol vexwarine yan jî bi wê alkolê nav devê xwe şuştine, lewma rewşa tendirustiya wan xirab bûye.
Li gor ajansên Îranî, hejmarek ji wan kesan canê xwe ji dest dane, gelek kes bi jehrî bûne û li nexweşxaneyan hatine razandin û di jêr çavdêria tund a pizîşkan de ne, herwiha hejmarek kes jî kor bûne û ronahiya çavê xwe ji dest dane.
Hejmara herî zêde ya qurbaniyên bikaranîna alkola pîşesaziyê li Îranê, li parêzgeha Xûzistanê ye. Li wê parêzgehê heta niha 51 kesan bi sedema vexwanrin an şuştina nav devê xwe bi alkola ji corê Metanolê, canê xwe ji dest dane. Herwiha 620 kes jî jehrî bûne û li nexweşxaneyan hatine razandin.
Li parêzgeha Fars ku navenda wê bajarê Şîrazê ye, heta niha 264 kes ji ber bikaranîna alkolê jehrî bûne ku 31 kesan canê xwe ji dest dane.
Serokê Hawarçûna Farsê, Mihemed-Cewad Muradiyan got, 197 kes li Şîrazê û 54 kes jî li bajarên din ên wê parêzgehên li nexweşxaneyan hatine razandin.
Li parêzgeha Tewrêzê jî 98 kes bi heman sedemê jehrî bûne. Serokê Nexweşxaneya Sîna ya li Tewrêzê, Elî Ostadî ragihandiye, 12 kesan li wê parêzgehê ji ber bikaranîna Metanolê canê xwe ji dest dane, 16 kes jî li beşa ICU ya nexweşxaneyê ne ku rewşa 6 kesan dijwar e.
Li parêzgeha Erebîlê jî 19 kes bi heman sedemê canê xwe ji dest dane û 180 kes jî jehrî bûne, ku 79 kes ji wan li nexweşxaneyan çareseriyan werdigirin.
Li Tehranê 23 kes, Mazenderan 12, Elborz anku Kerec 16 kes, Isfehan 7 kes, Sîstan û Belûçistan 5 kes, Hemedan 4 kes, Erak 3 kes, Hurmuzgan 2 kes, Sine 6 û li Kirmaşanê jî kesekî canê xwe ji dest dane.
Rudaw
