Li Qamişlo şandeke KNKê serdana PDK-Sê kir
Hevdîtin roja Yekşemê 15ê Adarê li ofîsa PDK-Sê li bajarê Qamişloyê pêk hat.
Di civînê de behsa însyatîfa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê hate kirin.
Endamê Komîteya Rêvebir a KNKê Dr. Silêman Ilyas ji Rûdawê re ragihand, ku di vê serdanê de wan ji ber vekirina ofîsa PDK-Sê pîrozbahî li wê partiyê kirine.
Silêman Ilyas herwiha got, PKD-S li Rojavayê Kurdistanê patiyeke sereke ye û ew dixwazin pirsa yekrêziya Kurdî pêş bixin.
Heyamek berî niha li ser destpêşxeriya HSDê û helwesta erênî ya ENKSê û Rêveberiya Xweser, hejmarek partiyên ser bi ENKSê çend ofîssên xwe li Rojavayê Kurdistanê vekirin.
Rudaw
