Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Sekreterê Giştî yê NY dawî pêşhatên Iraqê guftûgo dikin
Di civînê de dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê û hewlên destnîşankirina kandîdekî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta federal a Iraqê hatin guftûgokirin. Herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya aramiya siyasî û pêkanîna hikûmetê kirin, ku bersiva daxwazên rewa yên xelkê û parastina mafên destûrî yên gel û pêkhateyên welêt bide û di vê derbarê de jî, behsa rola erênî û hevkar a Netewên Yekgirtî hate kirin.
Rewşa ewlehiyê, metirsiyên serîhildana terorê û rûbirûbûna wê, girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî, Hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi taybet li navçeyên Kurdistanî bo rûbirûbûna terorê, rewşa darayî ya Iraqê, rêkarên berevaniyê li hember belavbûna vîrusa Korona û pabendbûna bi rênimayên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û aliyên pêwendîdar ên tenduristiyê, çend terwerên din ên civînê bûn.
