Profesor Atul Kohlî ji bo Gulanê: Qalîteya baş a dewletê çavkaniyên xwezayî ji bo pirrengkirina aboriyê diguherîne
Profesor Atul Kohlî ji bo Gulanê: Qalîteya baş a dewletê çavkaniyên xwezayî ji bo pirrengkirina aboriyê diguherîne
Atul Kohlî, profesorê siyaset û karûbarên navneteweyî ye li Zanîngeha Princetonê û pispor û şarezayê çend warên girîng e, wek aboriya siyasî li welatên nû-pêşkeftî, siyaseta Hindistanê û emperyalîzm (mêtingerî) li cîhana nû-pêşkeftî. Gulan di çarçoveya hevpeyvînekê de çend pirsên girîng pê re gengeşe kirin, ku zêdetir pêwendîdar bûn bi sedemên dîrokî yên wê aloziyê û pirsgirêkên ku niha li herêma Rojhilata Navîn û çend herêmên din ên cîhanê hene, wek pirsa nakokiyên li ser sînoran û nasnameya gelan û çend mijarên din ên pêwendîdar.
Wekî ku eşkere ye, li herêma Rojhilata Navîn pirsgirêk û nakokiyên zêde yên bi sînor û axê ve girêdayî di nav welatan de û di navbera welatên vê herêmê de hene, ku bûne sedema destpêkirina şer û rûdana pevçûnan, bi awayekî ku gelên herêmê berdêlek giran dane. Di vî warî de em dixwazin bipirsin, gelo sedema vê pirsgirêkê vedigere wê yekê ku berê hêzên mêtinger (kolonyal) ev sînor xêz kirine û ev yek rol lîstiye di dirêjbûna nakokiyên etnîkî û siyasî de li welatên nû-pêşkeftî?
Destpêkê divê em bibêjin ku rast e mêtingerî (kolonyalîzm) bû ku gelek beşên cîhana nû-pêşkeftî kişandin nav serdema nû ya dewleta neteweyî. Eger em şîroveya vê guherîna dîrokî jî bikin, wê demê em dikarin bibêjin, ev pêvajo di rewşa herî baş de bi dawî nebûye û negihîştiye rawestgeha xwe ya dawî. Belkî, çendîn nakokî û pirsgirêkên siyasî li dû xwe hiştine, ew jî hem wek encama wê yekê ku sînorên mêtingerî bi awayekî kêfî hatin xêzkirin, û li beşek din ev encama çawaniya çûna hêzên mêtinger bû, ji ber ku li dû xwe sînorên xwe di rewşek aloz û nasnameyên xwe di rewşek nakok de hiştine.
We wêneyek baş a rewşê xêz kir, we zelal kir ku sînorên kêfî û hiştina çendîn nakokiyên siyasî li vê herêmê bûne sedem ku alozî li ser vê herêmê serwer be. Gelo hûn dikarin vê bersivê zêdetir zelal û hûr bikin û mînakan di vî warî de bînin?
Ew kêşmeya ku li ser Afrîkayê hebû, mînaka herî pêwendîdar e derbarê wê yekê ku çawa sînorên destkird ji aliyê Ewropiyan ve li ser gelên cihêreng ên Afrîkayê hatin ferzkirin, ku di wê demê de neçar bûn ku bi hev re û wek ”neteweyekê“ bijîn. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku kok û rîşeyên gelek dewletên lawaz û têkçûyî yên îroyîn ên parzemîna Afrîkayê - ji Nîjeryayê heta Komara Demokratîk a Kongoyê - qalîteya xerab a wan dewletan vedigere wê yekê ku hêzên mêtinger ew ava kirin, bi taybetî di warê saziyên dewleta navendî de, her wiha wek encama ferzkirina van sînoran li ser gelekî ku xwedî nasnameyeke dîrokî ya hevpar nebû.
Baş e, hûn vê mijarê çawa bi rewşa heyî ya vê herêmê ve girêdidin, ango bi wan pirsgirêk û nakokiyên ku niha hene û şer û alozî ji wan derdikevin?
Di rastiyê de, mîrateya serdema tijî alozî ya mêtingeriyê hîn jî pir zelal û berbiçav e li wan herêmên ku pirrengî tê de heye, wek nakokiyên Îrlanda, Hindistan-Pakistan û Îsraîl-Filistîn, her wiha di xewn û hêviyên wan gelên ku ji dewletê bêpar mane, wek Kurdan, diyar dibe.
Heta niha me behsa dagirkeriya hêzên mêtinger kir, li vir em dixwazin bipirsin ku mêtingeriyê çawa bandor li ser wê çarçoveya aborî kiriye ku dewletên mêtingerîkirî (kolonîzekirî) tê de tevdigeriyan? Mebesta me ew e ku çawa bandora wan li ser pêşketina van dewletan hebûye piştî ku wan serxwebûna xwe bi dest xist?
Di rastiyê de, ev mijarek aloz û dûr û dirêj e. Min di du pirtûkên xwe de behsa vê mijarê kiriye û bi hûrgilî ew vegotine ku ev in: "Imperialism and the Developing World" (2020) û "Greed and Guns" (2022). Çi dibe bila bibe, ez dixwazim bersiveke kurt a vê pirsa we bidim. Bi piranî, palnera mêtingeriyê pêwîstiya bi pîşesazkirina aboriyan bû, ew jî ji bo ku bikaribin kelûpelên xam li cihên dûrdest misoger bikin, da ku wan bikin kelûpel û paşê ji wan re bifroşin. Her wiha hêzên mêtinger bi piranî çekên pêşketî bikar anîn ji bo ferzkirina tedbîreke siyasî ya diyarkirî li ser dewletên lawaz, yan gelên lawaz, û ev yek bû sedema avabûna împaratoriyên fermî û nefermî, ew jî ji bo ku ev tedbîrên aborî bi ser bikevin.
Encamên ferzkirina van tedbîrên siyasî û aborî li ser van gel û neteweyên lawaz çi bûn û çawa bûn sedema çêbûna wê rewşa ku niha heye?
Encam, çewisandina aborî ya van gel û neteweyan bû, û van destpêkan mîrateyeke demdirêj li pey xwe hiştine. Bi awayekî ku derket holê ku berevajîkirina vê meylê karekî dijwar û zehmet e. Lê hin welatên Asyayê wek (Koreya Başûr, Çîn û heta radeyekê Hindistan) bi serkeftî ev mîrata çandî (aborî) berevajî kirine bi rêya bikaranîna hêza dewletê ji bo nûjenkirina aboriyên xwe.
We behsa çîrok, yan ezmûnên serkeftî yên hin welatan kir ku karîne xwe ji mîrata mêtingeriyê rizgar bikin û aboriyên xwe pêş bixin, lê eşkere ye ku gelek welatên din hene ku nekarîne vî karî bikin. Nêrîna we di vî warî de çi ye?
Gelek welatên parzemîna Amerîkaya Latîn hene ku hîn jî pişta xwe bi îxrackirina kelûpelan girêdidin ji bo bidestxistina geşedaneke aborî ya bisînor û newekhev. Heman tişt ji bo welatên Afrîkayê jî rast e, lê bi awayekî xirabtir, ango ji ber ku ew welatên ku mîrasgirên dewleteke bi qalîteya xirab in ji hêzên mêtinger, heta di bidestxistina geşedaneke aborî ya bisînor de jî pirsgirêkên wan hene. Va ye li herêma Rojhilata Navîn jî, neft di heman demê de bûye bextreşî û nifir. Li vê herêmê destwerdanên derve yên zêde hene, ku bûne sedem ku meyl û rêgeha pêşketina xwezayî ya aboriya wê neyê diyarkirin.
We behsa pirsa çavkaniyên xwezayî kir, bi taybetî neft li Rojhilata Navîn, li vir em dixwazin wê pirsê bikin ku çawa pişta xwe girêdana bi derxistin û firotina çavkaniyên xwezayî di serdema desthilatdariya mêtingeriyê de bandor li ser wê newekheviya ku niha li welatên nû-pêşkeftî heye, kiriye?
Ez wisa difikirim ku di pirsa berê de beşek ji bersiva vê pirsê hatiye dayîn. Di vî warî de tişta tekane ya ku ez dixwazim lê zêde bikim, ew e ku ne şert e ku pişta xwe girêdana bi çavkaniyên xwezayî bibe sedema nifir û bextreşiyê, ango ne şert e ku ev encama teqez be û di her rewşê de ev encam jê derkeve. Mînak, bila em مقایسەya di navbera herdu welatên Endonezya û Nîjeryayê de bikin, ku du welatên îxrackarên neftê ne. Lê li Nîjeryayê binêrin, ku ji ber ku qalîteyeke xirab a dewletê heye, wê demê çavkaniyên neftê yên vî welatî, nebûne sedema bidestxistina geşedanê û ji bo gelê wî nebûne xêr û bêr. Berevajî, hikûmetên Endonezyayê baştir çavkaniyên neftê ji bo bidestxistina pirrengkirina aboriya welat bikar anîne. Mebesta min ew e ku tişta ku di vî warî de cûdahiyê çêdike, celebê destwerdana dewletê ye.
Gelo bandorên psîkolojîk ên mêtingeriyê li ser gelên mêtingerîkirî çi bûn, bi taybetî di warê nasname û nêrîna wan a li hember xwe de?
Di rastiyê de min li ser vê mijarê lêkolîn nekiriye, ji ber vê yekê ez nikarim bersiva vê pirsê bidim. Kesên pispor hene di vî warî de ku ev pirs dikare ji wan re were arastekirin. Tişta ku bi pirsa nasnameya siyasî ve girêdayî ye, ez wisa difikirim ku di nav bersivên berê de, min bersiva vê pirsê jî daye.
Gulan
